Li Kobanê jinek birîndar bû
13:30
Gulan
23
/ 2014
JINHA
KOBANÊ – Jina ereb ya bi navê Fatma Hiso li gundê Xeros ê yê Kobanê dijî bi guleya çeteyên DAIŞ’ê, birîndar bû.
Hat zanîn ku duh çeteyên DAIŞ’ê welatiya bi navê Fatma Hiso ya 30 salî û ereb ji gund Ceidê yê başûrê herêma Kobanê, birîndar kir. Fatîme destnîşan kir ku ew seat di 19.00 an de ji mala xwe derket û berê xwe da mala cîrana xwe. Di wê demê de çeteyên DAIŞ’ê ew gulebaran kir.
Her wiha piştî ku welatiya bi navê Fatîme Hiso birîndar bû, Komên Şems El-Şemal ên girêdayî Artêşa Azad ew birin nexweşxaneyê û birîna wê derman kirin, ew derxistin ji bo ku biçe gundê xwe.
(zt)
