‘Em dê heta dawî li pişta partiya gel bin’
14:47
JINHA
BEDLÎS - Li navçeya Norşên a Bedlîsê ku piştî hilbijartina 30'ê adarê betal bû dê di 1'ê hezîranê de pêk bê, AKP bi taybetî li ser jinan dixwaze paketên alîkariyê belav bike û ev yek rastî bertekên jinên Norşînî hat. Jinan daxûyanî dan û diyar kirin ku hin paketên alîkariyê ku zekata pereyên di qutuyên pêlavan de jî nake, ji hilbijartinê de çend roj dimîne belav dikin û dixwazin vîna gelê Norşênê bikirin û hate gotin "AKP bi paketên alîkariyê dê nikaribe vîna gelê me bikire."
Li navçeya Norşên a Bedlîsê ku hilbijartina heremî ya 30'ê adarê ligel 3 caran hate bijartin jî dîsa hate betal kirin û dê di 1'ê hezîranê de pêk bê, AKP ji hilbijartinê re çend roj mayî dest bi fen û fûtên xwe kir. AKP ku bi taybetî di ser jinan de paketên alîkariyê belav bike, rastî bertekên jinan hatin û li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Norşênê daxûyanî dane çapemeniyê. Namzeta Hevşaredara Norşênê Nazîme Arvas jî piştgiriyê da jinan. Li ser navê jinan Ruken Ozkan axivî.
‘Dixwaze vîna gel bişkîne’
Ruken diyar kir ku AKP ya gel xizan kir û mixtacê xwe kir û wiha got: "Hin caran pêdiviya dewleta civakî jî pêk nayine meaşê ku dide zarokan jî bi gefa 'hûn dengê xwe nedin em dê bibirin'. Hin caran xizaniya ku belaviya bê edaletiyê kiriye, ji xwe re wek e qada jiyanê girtiye, rûmeta gel şikandiye, paketên bi mîktarek gelek hindek ku nabe zekata pereyên di qutiyên pêlavan de dizîne nake, amade kirine ji hilbijartinê re çend roj mayî belav dike û dixwaze bi vê yekî vîna gel bikire. Lê bila baş zanibe ku dê nikaribe vîna gelê Norşênê bikire."
‘Em dê heta dawî li pişta partiya gel bin’
Piştre Fikriye Bahadir (65), jî axivî û diyar kir ku gelê Norşênê gelek bi rûmete û da zanîn ku ev gel nayê lîstikên wan ên paketan. Bahadir, destnîşan kir ku AKP bi taybetî dixwaze jinan bixe cihê parsekan û wiha got: "Bi gefan, bi paketên alîkariyê ev gel nayê xapandin. Bi taybetî jinên Norşênê nayê van lîstikan. Ji ber ku jinên Norşênê dizanin ku di 30'ê adarê de bi hîleyan bi neheqiyan xwestin ji BDP'ê bistînin. Em dê heta dawî li pişta partiya gel bin."
(zt)
