ÎHD: Nebin bînerê mirina dîlên nexweş
15:06
JINHA
EDENE - Şaxa ÎHD'ê ya Edene û TUHA-DER'a Edene ji bo balê bikşînîn ser binpêkirinên mafên mirovanên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş çalakî li dar xistin û banga bihestiyariyê kir.
Şaxa ÎHD'ê ya Edene û TUHA-DER'a Edene ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafên mirovan li Parqa Înonu daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de sloganên "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan", "Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibe" û "Girtiyên şoreşger rûmeta me ne" hatin berzkirin. Rêveberê ÎHD'ê Necat Okay daxuyanî da.
‘Bila li girtîgehan qêrînekî din bilind nebe’
Necat diyar kir ku girtîgeh kesên saxlem jî nexweş dike û wiha got: "Bila li girtîgehan qêrînekî din bilind nebe. Ligel hişyariyên me li girtîgehan 220 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û 620 girtiyên nexweş hene. Girtiyê bi navê Mehmet Beşîr Alto li girtîhê jiyana xwe ji dest da. Şaxa ÎHD'ê ya Edene rewşa Alto ji Serokomar re ragihandibû. Lê li gel 10 meh emrê wî mabû serbest nehate berdan. Bila hemû kes di vê mijarê de bihestiyar be."
Di dawiyê de Necat hemû kes û saziyên baldar vexwend bilindkirina tekoşîna ji bo giriyên nexweş.
Piştî daxuyaniyê girse bi berzkirina duruşman belav bûn.
(zt)

