Ji Doza KCK’ê ya Êlihê 10 girtiyên di hatin darezandin hatin berdan

15:21

JINHA


ÊLIH - Lê Êlihê di doza "Meclîsa Bajar a KCK'ê" de 10 kesên dihatin darizandin serbest hatin berdan.

Rûniştina doza "Meclîsa Bajar a KCK'ê" ya Êlihê ya bi giştî 44 kesan û jê 10 kes girtî dihatin darizandin li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hate dîtin. 10 kesên girtî û 14 kesên bêyî girtî tên darizandin, parêzer û malbat tevlî rûniştinê bûn. Heyeta dadgehê piştî îfadeyên dema girtinê li ber çavan girt û biryar tahliyeya 10 kesan da. 

Navên kesên serbest hatin berdan ev in: "Alî Saripinar, Ahmet Îvrendî, Ahmet Ozer, Ahmet Aydin, Hamît Can, Erdal Tuncel, Adil Aslan, Halîs Yakut, Abdulkerîm Sîncar, Faraç Salman"


(zt)