‘Dev ji van polîtîqayên xweyên kirêt berdin’
16:16
JINHA
ŞIRNEX - Rêxistina navçeya Cizîrê ya BDP’ê, bi daxuyaniya çapemeniyê nerazîbûnên xwe li hemberî êrîşên PDK’ê yên li ser saziyên Kurdan diyarkir. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz got: “Em wekî gelê Botanê vê hevkariya berjewendîparêz ya Barzanî li gel AKP’ê şermezardikin”.
Faysal Sariyildizê li ser navê girseyê axaftinek kirî diyarkir, wekû gelê Kurd di pêvajoyek pir hesas re derbaz dibin û axaftina xwe wiha berdewamkir, “ji aliyekî ve gelê Kurd bi Têkoşîna Azadiyê re ev 40 sale qezencên bi dest xistî bi rêxistindike, ji aliyê din ve jî hêzên hevkar hewldidin van qezencên gelê me tunebikin û di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi karbînin. Ev çend roje li Başûrê Kurdistanê partiya Barzanî li ser saziyên Gelê Kurd de digre”.
‘Zordariyên Barzanî li ser saziyên gelê Kurd pêkaniyîn xwestekên AKP’êye’
Faysal bi balkişandina, li pişt êrîşên li ser saziyên Gelê Kurd yên li Başûrê Kurdistanê tenê Mesût Berzanî nîne wiha berdewamkir, “piştî ziyareta xweya Tirkiyê û bazirganî û hevpeymanên petrolê yên bi Erdoxan re kirî ev bûyer pêkhatin. Ango hemû zext û zordariyên Barzanî li ser saziyên gelê Kurd pêkaniyîn xwestekên AKP’êne”.
‘Dev ji van polîtîqayên xweyên kirêt berdin’
Sariyildiz diyarkir ev polîtîqayên Barzanî herî zêde dikarin 2 salan berdewambikin û wê piştre wî têkbibin, wiha berdewamkir, “hemû hewldanên ji bo şkandina yekitiya gelê me wê li hemberî berxwedana hemû Kurdan were. Ev rastiyeke. Gelekî, ev têkoşîn 40 salan rêvebiribe, wê ji vir û pêde jî li pey rûmetên xwe raweste. Em ji vir bang li hemû aliyê dixwazin destkeftiyên gelê Kurd têkbibin. Dev ji van polîtîqayên xweyên kirêt berdin. Heta gel û Rêberê me azad nebe emê bi awayek hevpar têbikoşin. Di vê îtîfaqê de yekitî, hêz û dad heye. Tu kes nikare yekitî û hevpartiya gelê Kurd xirabike”.
(zt)
