Leşkeran mudaxeleyî çalakiya li dijî çêkirina qereqolan kir
18:15
JINHA
AMED - Çalakiya li navçeya Farqînê ya Amedê ya li dijî çêkirina qereqol û qeleqolan di roja 14'emîn de bi çandina daran bi dawî hat. Di dema bi dawîkirina çalakiyê de welatiyî ber bi bendava Farqînê ve ketin rê. Lê di dema meşê de welatî rastî mudaxeleya leşkeran hatin. Mudaxleya leşkeran bi bava şid bombeyên bi desg û tundiyek mezin dewam kir.
Li navçeya Farqînê ya Amedê çalakiya li dijî çêkirina qereqol û qeleqolan hat destpêkirin di roja 14'an de bi çandina daran dawî bû. Gelek welatiyên ji navçeyên amedê yên weke Lîce û Çinarê hatin li gel welatiyên Farqînê bi hezaran welatiyan ber bi bendava Farqînê ve dest bi meşê kirin. Hevşaredara Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, rêxistinên navend û navçeyên Amedê jî din av de gelek welatî beşdarî meşê bûn. Welatiyên beşdarî meşêbûn li parqa “Jiyana Xwezayiya Şehîd Tekoşer” dar çandin. Piştî çandina daran ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayî deqeyek rêz hat girtin û di vê navberê de sîroda “Çerxa Şoreşê” xwendin. Di meşê de Posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alayên PKK û KCK’ê û pankartên weke “Serokatiya Azad Kurdistana Azad” hatin hildan. Li ser navê girseyê endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Havva Kiran daxuyanî da û got: “Ji bol i çiyayên Kurdistanê qereqol çênebin me yekîtiya xwe parast. Qereqol bingihê şer avadike. Ji bo kuştin û girtinê tên çêkirin.”
‘Dewlet dizan berdide siyasetmendaran digire’
Havva balkişand ser pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin û ev saleke berdewam dike û wiha got: “Lê aliyê dinê tu gavên aştiyê ne avêtine. Dewlet dizên xwe berdidin, lê şaredar û siyasetmendarên me di hindir de digirin. B ime dayîkan tenê mabe emê web i duruşme û yekîtiya xwe bixeniqînin. Vîna mirovan ne pereye gele. Emê weke dayîk qerqolên we çêkirine bi serê we de hilweşînin. Em qereqolan na pejirînin.”
‘Emê qerqolan hilweşînin herêmên jiyanê yên nû avabikin’
Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî balkişand ser avakirina qerqolên nû di herêmê de û wiha domand: “Qerqol tê wateya ne rastbûn û ne ji dilbûna hikumeta AKP’ê ya ji bo pêvajoyê. Heger rast û ji dilbana dê dawî li pergala cerdevaniyê banîbana.
Piştî daxuyaniyê welatî ber bi qereqola Şevlera ve dest bi meşê kirin. Di dema meşê de leşkeran mudaxele kir û bûyer derket. Bi ava şid, gaza îsotan û bobmeyên bi deng mudaxele berdewam dike.
(zt)

