Di yek odeyê de malbata ji 11 kesan tekoşîna jiyanê didin

09:43

Tekoşin Tekin / JINHA


ADANA – Gurbet Bulut li gel 9 zarokên xwe di yek odeya xirabe de dijî. Ji bo şertên jiyana wan bê başkirin li benda alîkariyêne. Di heman demê de Gurbet rastî şideta fîzîkî tê. Gurbet diyar kir ku ji bo ew û zarokên xwe ji wê odeya xirabe derkevin ew li benda alîkariyêne.


Gurbet Bulut ya 32 salî û ev 21 sale zewicî, li taxa Havuzlubahçe ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê dijî. Gurbet Bulut lig al hevserê xwe Îbrahîm Bulut yê 45 salî û 9 zarokên xwe di yek odeya xirabe de tekoşîna jiyanê didin. Hevserê Gurbet Îbrahîm ji ber çavek yê wî nabîne nikare bixebitîne û ew bê kar dimîne. Gurbet bi neyînê re tekoşîn dike. Gurbet li gel hevserê xwe Îbrahîm û 9 zarokên xwe di odeyek ya xirabede li benda alîkariyêne û dixwaze hinek destê xwe dirêjî wan bike. Gurbet da zanîn ku malbata hevserê wê Îbrahîm dixwaze wan ji wê odeya xirabe derxînin, lê ji ber tu cihê biçinê nîne xwe li hembar şideta wan bêdeng dikin.


‘Ji ber şidetê ez di malên sitargihan de mam’


Gurbet wiha got: “Di odeyekê de mayîn me dide zorê. Ji ber cîh nîne em zarokên xwe lê razînin, ez wana hemûyan li ber hev dixim xwê. Ji ber em di odeyek ya malbata hevserê min de dimînin, em kirayê nadin wan em rastî şideta wan tên. Ewana gelek bi ser me de tên. Şideta wan hîna ser me berdewame.” Gurbet destnîşan kir ku hîna biçuk bû malbata wê bi zorê wê daye zewicandin. Gurbet anî ziman ku ji dema zewiciye heta niha wê gelek pirsgirêkên derunî jiyan kiriye û wiha doman: “Di ruyê malbata hevserê xwe de min serî li malên sitargihan da. Ez demekê li malên sitargihan mam. Lê ji ber zarokên min hebûn min tehmûla mayîna li wê nekir û ez paşde vegeriyam.”


‘Em bi alîkariya ji derdorê tê jiyana xwe berdewam dikin’


Gurbet derbirî ku zarokêk yê wê ji çavek yê xwe berastenge, ew muçeyê berasteng bûna wî zarokî digirin û bi wê jiyana xwe berdewam dikin. Gurbet bilêv kir ku ew her 3 mehan 700 TL yî muçeyê zaroka xwe ya berasteng digirin û ji derveyî wê jî tu dahata wan nîne û wiha berdewam kir: “3 hezar TL deyînê minê ceyîranê heye, lê ez nikarim bidim. Ez dixwazim zarokên xwe ji vê odeya teng derxînim lê wekedinê cihê em biçinê nîne.” Gurbet anî ziman ku tu dahata wan nîne, cîranên wan kincên xweyên kevin didin wan û ew jî bi wê jiyana xwe berdewam dikin û wiha pêde çu: “Zarokên min kevnên xelkê li xwe dikin. Em debara xwe bi alîkariya ku ji derdor tê dikin. Lê dê ev heya kengê berdewambike û me heya ku bibe? Zarokên min mezin dibin û di malê de tu tiştek nîne. Em 11 nefer di yek odeyê de dimînin. Bila êdî yek alîkariya me bike û destê xwe dirêjî me bike.”


 (zt)