‘Pirtûk nûneriya dîroka mirovahiyê dike’

10:02

ŞÊRÎN HİSO/JINHA


AMED- 5'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê TUYAP'ê da destpêkiri. Ji gelek deveran Nivîskarên, ronakbîr û weşanên  Kurdî  bi pirtûkên xwe yên cûr bi cûr tevlî fuarê dibin. Mamostê Zimanê Kurdî Cihad Rojhilat anî ziman ku " Wekî KURDÎ- DER eve 3 sal em tevlî Fiarê dibin. Têkiliya zimanê kurdî her ku diçe xurt dibe. Em di Fûara 5'emîn de ne tenê karê pirtûk firoşiyê dikin. Karê me yê giştî belavkirina hişmendiya zimanê  kurdî di nav gel de ye.”


5'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê li TUYAP’ê hat li darxistin. Gel bi coşek mezin têvî fûarê  dibe. Nivîskarên Kurd û weşanên  Kurdî ji hemû perçeyên kurdistanê bi pirtûkên xwe yên cûr bi cûr tevlî fûarê dibin. Di Fûara Amedê ya 5'emîn de panelên kurdî jî zêdene ji ber vê yekê wateya Fûarê Amedê di warê pir çandî û zimanî de cihekî giring digre.


'Êdî bişaftin bi dawî dibe'


Cîhad Rojhilat Mamostê Zimanê Kurdî di KURDÎ- DER'ê de diyar kir ku dengdayîna kurdî di pêşingeha pirtûkan ya Amedê de heye û wiha got: " Wekî KURDÎ- DER eve 3 sal em tevlî Fiarê dibin. Têkiliya zimanê kurdî her ku diçe xurt dibe. Em di Fûara 5'emîn de ne tenê karê pirtûk firoşiyê dikin. Karê me yê giştî belavkirina hişmendiya zimanê  kurdî di nav gel de ye . Armanca tevlîbûna me ewe ku em ji gele re xuya bikin ku derfeta nêzîbûnê ji zimanê kurdî re heye. Banga me ji gel heye ku dev ji xwepişaftinê berde. Dest bi xwendina pirtûkan bi zimanê dayikê bikin.


‘Ziman û  wêjeya kurdî dewlemend e’


Endema KURDİ’DER Fewda Bingul jî destnîşan kir ku karê wan di Pêşingehê de ne tenê firotina pirtûkan ne armanca wan ewe ku pirtûkên kurdî bi gel re bidin nasîn û wiha axifî: " Armanca me ya sereke ewe ku em nivîskarên kurd bidin nasîn. Em dixwazin ku her kes zanibe ku kurdî ne zimanekî xizan e û mirov dikar ewqas pirtûk û helbestan bi kurdî binivîse . Li Fiara pirtûkan ya 5'emîn ez anûsa bi Kurdî dikim. Em dixwazin ku kurdî têkeve guhê mêvanên me yê tirk jî. Divê em ji hemû gelan re diyar bikin ku zimanê me yê kurdî û wêjeya me  jî dewlemend e. "


'Her Pîrtûkek cîhaneke'


Penayîr Çelîk ji rêveberiya KURDÎ-DER'ê anî ziman ku  pirtûk nûneriya dîroka mirovahiyê ye û wiha pêde çû: " mirov di pirtûkan de hem xwe dibîne hem jî gelên din dibîne. Divê ku em bi çavê pera li pirtûkan nenere ji ber ku her pirtûkek cîhaneke. Dema ku merov nikaribi têkiliyên zindî bi gelên din re bike mirov dikare di riya pırtûkan van têkiliyan ava bike. Hebûna ziman û pirtûkên kurdî her zêde dibe. Ji ber ku Fiwar li Amedê ye em dixwazin ku gelê amedê bi taybetî jin û ciwan tevlî vê Fiwarê bivin."


'xwendina Pirtûkê kurdî gava yekemîne ji bo têkbirina bişaftinê '


Roza Metîna ya ku bi nerînek erênî li Fûara Amedê ya 5'emîn dinere diyar kir ku gel di Fûara îsal de bêtir beşdar dibin û wiha got: " li gora nerîna min li xwedî derketina ziman îsal ji salên borî zêdetir e. Dîsa jî hewceye ku em di warê nivîsê de xebatê  xwe hîn pêşxin. Diyare ku pêşveçûnek mezin heye ev jî kêfxweşiyek mezin e. Ji bo hebûn û nasnameya  gelê kurd berî her tiştî li xwedî derketina ziman. Ji ber ku polîtîka bişaftinê ji qedexekirina ziman de destpêkir divê ku em têkoşînek rêk û pêk ji bo hebûna zimanê xwe bikin û gava yekemîn bi xwendina pirtûkên kurdî bavêjin.''


(şh/pk)