'Pergala hevserokatiyê bersivdana zilma ser jinane'
11:04
JINHA
BİDLİS – Namzeta Hevşaredara Norşînê Nazime Avras pergala hevserokatiyê û xebatên xwe yên hilbijartinan nirxand. Nazîme diyar kir ku ew mal bi mal digerin û pergala xwe ya hevserokatiyê ji gel re vedibêjin û got: “Jinên kurd dibin gerilla bi bedena xwe, dibin hunermnd bi hunera xwe, tên girtin bi azadiya xwe li hemberî zilmê dibin bersiv. Pergala hevserokatiyê jî berdewama vê berxwedanêye. Heger pergala hevserokatiyê pêşbikeve dê din ava siyasetê de jî jin bibin bersiva zilmê.”
Di hilbijartinên herêmiyên 30’ê Adarê de BDP’ê navçeya Norşînê ya Bidlîsê bi dest xistibûn. Lê AKP’ê li hemberî vê serkeftina gelê Norşînê xwe negirtin û nerazîbûn nîşandan. Li ser wan nerazîbûnan daxazname ji bo desteya bilind ya hilbijartinan nivîsîn li ser daxwaza wan hilbijartin hatin betalkirin. Dê di 1’ê Hezîranê de ji nû ve li Norşîn û Agiriyê hilbijartin bên kirin. Li Norşînê hevşaredarên BDP’ê din ava xebatek mezindanin. Namzeta Hevşaredara Norşînê Nazime Avras balkişand ser pirsgirêkên jinên Norşînê û pirjeyên xwe yên ji bo jinên Norşînê anî ziman.
‘Em hînbûn ku siyaset ne tenê karê mêrane’
Nazime ya ku bê navber xebatên xweyên hilbijartinan berdewam dike wiha got: “Bi tayîbetî jî ev 8 mehe bê navber em di xebitin. Li Norşînê mala em neçuyînê, jina kum e pêre nîqaş nekiriye nemaye. Jinên Norşînê siyasetê weke karê mêran dibînin. Gelek malên ku ez diçimê ji bom in dibêjin ‘siyaset karê mêrane tu çima ketiyê navê?’ Ez gelek rastî gotinên wiha hatim. Li gel vê jî her mala ku çumê min pergala hevserokatiyê, siyaset ne tenê karê mêrane û pêdiviyên gel biç î heye bê navber anî ziman.” Gel êdî hînî wê bûn k udi nava kar de mafê jinan jî heya û wiha domand: “Heger din ava parti yan jî rêxistinekê de jin nebe, li wê kêmaniyek mezin heye. Dema ku em van dibêjin, êdî nêrîna jinan ya li siyasetê jî tê guherîn. Min dît her çendî hêdî be jî hinek qalib tên şikandin. Ev jî min gelek şanaz dike.”
‘Pirsgirêka bingehîn ya jinên Norşînê aboriye’
Nazime balkişand ser pirsgirêkên jinên Norşînê û wiha berdewam kir: “Her çendî jin zana û xwediyê agahiyan bin jî dema k udi aliyê aboriyê de ne azadbin, her dem girêdayî bav, hevser yan jî mêrek dinê biryaran dinin. Heta di derbarê jiyan xwe de jî nikarin bibin xwedî biryar. Mixabin di navenda ku em têde mezinbûne de mêran jin di malan de girtine û nexwestine bibin xwedî vîn û biryar.”
‘Divê jin guherînan ji xwe û malbata xwe despêbikin’
Nazîme diyar kir ku bi salane jinên kurd li hemberî deshilatiya mêran tekoşîna xwe bilind dikin. Nazîme da zanîn ku armanca wan ewe ku jinên kurd yên serhildêr yên weke Leyla Qasim, Bêrîtan, Zîlan û Arjînan bi jinên Norşînê bidin nasîn. Nazîme destnîşan kir ku bi naskirina jinên kurd yên berxwedêr dê hêzê bidin jinan û jin bi nasîna wan dêbikarin xwe li ser lingê xwe bigirin. Nazîme anî ziman ku karê jinên kurd yên despêkê divê li derdora xwe bigerin bi wan re nîqaş bikin û wan bikin xwedî hişmendi û wiha axaftina xwe domand: “Divê ji bo wê jî jin despêkê ji xwe û malbata xwe despêbike. Bi vê jin dikarin bibin xwediyê mafê gotin û xwe bi derdora xwe bidin pejirandin. Ji bo em van bikin divê em jin din ava şêwirmendiyekêdebin.”
‘Di nava xebatên me de dê vîna jinan bê dîtin’
Nazîme balkişand ser pergala hevserokatiyê û wiha berdewam kir: “Jinên kurd dibin gerilla bi bedena xwe, dibin hunermnd bi hunera xwe, tên girtin bi azadiya xwe li hemberî zilmê dibin bersiv. Pergala hevserokatiyê jî berdewama vê berxwedanêye. Heger pergala hevserokatiyê pêşbikeve dê din ava siyasetê de jî jin bibin bersiva zilmê.” Nazîme bang li hevşaredarên jin kir ku wiha got: “Em pergala hevserokatiyê bikin şêwaza jinên kurd. Armanca vê projeyê reng û şêweyê jinên kurd tevlî kirine. Keda jinan ya hatî windakirin ji nû ve derxînin holê. Em bi hev re dest bidin hev û deshilatiya bi sede hezar sala ser jinan tunebikin. Ji ber jin din ava hemû civak û welatan de hatiye durxistin.”
Nazîme di heman demê de bang li jinên Norşînê jî kir û wiha domand: “Bila jinên Norşînê dibin bandora tu kesan de nemînin. Bila bi xwe weke jinên azad hewilbidin û cihê xwe din ava siyast û hemû karan de bigirin. Dê roja 1’ê Hezîranê ji bo jinên norşînê bibe roja serkeftinê.”
(zt)

