Cenazeyên 5 jinên TÎKKO hatin girtin
12:01
JINHA
DÊRSÎM - Li Dêrsîmê di 2'yê sibata 2011'an de endamên TÎKKO'yê Sefagul Kesgîn, Nurşen Aslan, Gulîzar Ozkan, Fatma Acar û Derya Aras ji ber berfa ket ser kampa wan jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên endamên TÎKKO ji aliyê malbatan ve li cihê hatin definkirin hatin wegirtin.
Du roj berê agahiya cenazeyên endamên TÎKKO Sefagul Kesgîn, Nurşen Aslan, Gulîzar Ozkan, Fatma Acar û Derya Aras ên di 2'yê sibata 2011'an ji ber berf ket ser kampa wan jiyana xwe ji dest dabûn wê demê li herêma Fitilo hatin definkirin hatibû aşkerakirin. Li ser vê yekê parêzeran ji bo cenazeyan werbigirin serî li Dozgeriya Xozatê dan lê destûr nehate dayîn. Li gel vê yekê malbat şevê din çûn herêma cenazeyên zarokên wan lê hatin definkirin. Malbatên çûn herêmê cenazeyên bi rêz li cem hev definkirin û li ser kevirên danîn ser goran navên wan û dîroka şahedeta wan nivîsî dîtin û ji ber vê yekê demên hestiyar jiyîn. Pişt re ji bo cenazeyan derbixin karên kolandinê destpêkirin. Piştî cezaze hatin derxistin rêzgirtin pêk hat.
Piştî rêzgirtinê welatiyek axivî û diyar kir ku ew li pey kesên jiyana xwe ji dest dan şînê nagirin û ya girîng têkoşîna wan heya dawiyê meşandin e. Pişt re bi sloganan cenaze bi konvoyê ber bi Dêrsîmê ve bi rê xistin û anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê.
Piştî lêkolîna dozgeriyê dê cenaze ji bo tesbîta nasnameyan bişînin Saziya Tipa Edlî ya Meletî.
(zt)

