Yektîiya Star tevlî kampanyeya ‘Azadiya Ocalan’ dibe
12:29
JINHA
EFRÎN - Meclîsa Jinan a Yekîtiya Star bi armanca tevlîbûna kampanyeya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya jinan ku ji aliyê KJB’ê ve hatiye destpêkirin, di bin durişmeya “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di nav çalakiyê de ne” dest bi pêvajoyeke nû kir.
Meclîsa Jinan a Yekîtiya Star derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye: “Rêber APO destpêkê ji jinan re, her wiha ji civaka Kurd û civaka Rojhilata Navîn re pêşerojeke ronak pêşkêş kiriye. Serokatiya me ku heta niha dîl hatiye girtin, sedema vê ew e ku hêzên tarî yên komploger ji hêvî û ronakbûna gelan ditirsin. Jin û gelê me pêşeroj û azadiya xwe di azadiya Serokatiyê de dibînin. Di vê wateyê de Koma Jinên Bilind (KJB) ku li ser bingehê dirûşmeya ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di nav çalakiyê de ne’ pêvajoyeke têkoşînê ya nû daye destpêkirin, em jî weke Yekîtiya Star, biryardariya xwe diyar dikin ku em ê bi hemû hêza xwe beşdarî vê pêvajoya têkoşînê bibin.”
‘Şoreşa Rojava xwe dispêre rastiya têkoşîna jinan’
Daxuyanî wiha domdike: “Ya ku cewhereke azadîxwaz, demokratîk dide vê şoreşa li Rojavayê Kurdistanê, têkoşîna jinan û sekina jinan a azadîxwaz e. Îro têkoşîna jinên Kurd bi fikir û felsefeya Rêber APO hatiye stirhandin, xwediyê danehev û tecrûbeyeke têkoşînê ya 35 salan e. Ev rastiya ku niha li Rojava berbiçav dibe jî, xwe dispêre vê rastiya têkoşîna jinan.
‘Parastina pergala Xweseriya Demokratîk di asta herî jor de tê jiyan kirin’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser parastina pergala xweserya demokratîk û wiha hat domandin: “Careke din îspat bûye ku ev şoreşa Rojava ya di bin pêşengiya xeta azadiya jinan de pêşve diçe, ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêviya jiyana azad. Di şexsê jinan û gelê me yê li Rojava li ber xwe didin de perspektîfa jinên azad, civaka azad bi sîstema Xweseriya Demokratîk berbiçav bûye û hêza xwe ya bûyîna elternatîf daniye holê. Ev qezencên şoreşê di encama ked û hewldanên Rêber APO yên bê hempa û têkoşînên mezin ên şehîdên me yên qehreman de derketine holê. Hêzên hegemon û hevkarên wana ku vê tehemûl nakin, ji bo van destkeftiyan vala derbixin her cure rêbazên êrîşê dixin dewrê. Li hemberî van êrîşan gelê me têkoşîna xwe bilind dike, biryardariya xwe ya pêşxistin û parastina sîstema Xweseriya Demokratîk di asta herî jor de jiyan dike. Van pêşketinên li Rojava têne jiyîn, plan û êrîşên hêzên komploger ên Serokatiya me dîl girtine, vala hatin derxistin.
‘Jin dê bibin hêz û hawariyên ku raman û paradîgmaya Serokatiyê jîndar bikin’
Di daxuyaniyê de hişmendî û piratîk kirina wê hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Îro ji her demekê zêdetir û ji her derê bêhtir li Rojavayê Kurdistanê şert û mercên pêkhatina raman û paradîgmaya Serokatiyê bi pêş dikevin. Wekî gelê Rojava, ji her kesî zêdetir hewcedariya me bi raman û azadiya Serokatiyê heye. Gelê Rojava, bi taybetî jinên Rojavayê Kurdistanê dê bibin hêz û hawariyên ku raman û paradîgmaya Serokatiyê jîndar bikin, zîhniyet û pratîka wê bi pêş bixin. Her ku paradîgmaya Serokatiya me jîndar bibe, di pratîkê de pêk were, wê bi vê yekê rêya azadiyê jî vebe.
‘Emê kampanyeya jinan li Rojava jî pêş bixin’
Daxuyaniyê wiha domkir: “Tevgera me ya Koma Jinên Bilind (KJB) ku di 4'ê Nîsanê de ji bo misogerkirina azadiya Serokatiya me li ser bingehê dirûşmeya ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di nav çalakiyê de ne’ pêvajoyeke têkoşînê ya nû daye destpêkirin, weke jinên Rojavayê Kurdistanê em ê vê hemleya hatiye destpêkirin, di bin pêşengiya Yekîtiya Star de li, beşdarî vê hemleyê bibin. Li ser vê yekê em careke din biryardariya xwe diyar dikin.
Tevahî sazî, rêxistin û avahiyên me yên Yekîtiya Star di vê pêvajoya nû de wê bi çalakî û xebatên li gorî vê hemleyê plansaziyekê derbixin. Ji bo van kampanya û hewldanên li ser esasê azadiya Rêber APO yên li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat bi pêş dikevin, em jî diyar dikin ku em ê ji eniya xwe ve bi plansaziyeke xebat û çalakiyên xurt beşdar bibin.”
(zt)

