Evîndara kurdan Parêzer Necla Hisên jiyana xwe ji dest da
13:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer û çavdêra mafê Mirovan ya Libinanî, Necle Hisên ku di heman demê de dost herî nêz ya gelê Kurd de, duh ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku Necla Hisên berwanameya xwe ya bijîşkiyê ya Zanistên Siyasî ji zanîngeha Emerîkayê li Beyrutê wergirt, ragihand ku ew vê berwanameyê pêşkêş dayîk, bavê xwe û Kurdistanê dike. Her weha di destpêka meha yekê ya îsal de, Necle Hisên di Dadwereke Dadgeheke Îdarî ya Bilind a Libnanê de biryar da ku dest ji netewa xwe ya Erebî berde û ragihand ku ew êdî xwe wek Kurdekê dide naskirin û ew dê êdî parastina dozên Kurdan bike.
‘Ezê êdî kar ji bo kurdan bikim’
Necla Hisên, li ser rûpela xwe ya Facebook ê wiha nivîsiye: “Ji ber ku Ereb neteweke razayî ne, ti têkiliya min bi wê netewê re nemaye û êdî netewa min bû Kurdî û ez dê kar ji bo Kurdan bikim.” Necla ligel ku niha dadwer e li Libnanê, ew xwe amade dike ku bawernameya doktora ji Fransayê werbigire û wiha dibêje: “Ji nih û şûn de ezê dest bixim nav destê birayên xwe yên Kurd û bi hemû awayekî rûbirûyê sitemkar û dijminan bibim.”
Necla herwiha dide zanîn ku dê êdî li gel Kurdan kar bo yekîtiyê di bin siya Kurdistana mezin de bike û got: “Kurd netewa min e û ez şanaziyê bi vê yekê dikim.”
Necla duh êvarî ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Necla ji bo doza kurdan helbestek wiha nivisiye:
“Ez qêrîna jinên Helebçe yê ku di dilê me de hatine neqişkirin im...
Ez mêrxwesiya zarokên sînemaya Amûdê, minareya azadiyê me...
Ez dilopa dayîka ji Qamîşloyê me....
Ez xweragirya Rêber û Leheng Abdullah Ocalan im...
Ez evîndarê bajarê Evîn im...
Ez xweşikbûna gola Wanê me...
Ez wek befra sipî ya Amedê me...
Ez ji pampilîkên Silêmaniyê me...
Ez bihara Hewlêr û Kobanê me..
Ez kevoka Dêrik û şitlê genima Derbesiyê me...
Ez dara zeytûna kesik ya Efrînê me...
Ez şoreşa hemû xebatkarekî ku berevaniya doza xwe de me...
Ez agirê Newrozê me...
Ez keçka Kurdistana xweşik im...
Ez xwîşk û evîndara gelê Kurd yê bi lîmet im...
Ez evîndarê xêrê ji tevahiyan re me...
Digel hezkirin û rêzên min ji hemûyan re...
Ez Necle Hisên im...
Ez ten mirov im...
Ez Libnanî me û nikolî li regezê xwe nakim û di heman demê de jî, ez hezkirin û evîna xwe ji Kurdistanê û gelê wê yê baş re venaşêr im…”
(zt)

