Koma Lawç hunera kurdi ya resen pêşkêş dike

14:07

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Koma tembûrjenan a Lawç, yek ji girîngtirîn û profesyoneltirîn komên tembûrjeniyê ye li Kurdistanê û seranserê cîhanê û li ser awaza resen ên Kurdî kar dike. Ev kom ji aliyê mezintirîn tembûrjenê Kurd Elî Ekber Muradî di sala 1984’an de li Kimraşan hatiye damezrandin û ev nêzîkî 10 sale ku bernameyên hunerî û konserên tembûrjeniyê pêşkêş dike.


Piştî 10 salan bêdengî û hilweşîna wê komê, ev çend sal in ku careke din Koma Lawç a tembûrjenan bi pêşniyara Elî Ekber Muradî dubare dest bi karên xwe kiriye û serpereştiya wê jî Heyder Kakî dike. Heyder Kakî li ser destê Elî Muradî fêrî tenbûrjeniyê bû û di sala 2011’an de bi hevkariya çend hunermendekî din li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî Kirmaşanê karî Koma Lawç li ser şîretên mamosteyê xwe Elî Muradî damezrîne û di demeke kêm de karî navûdengiyeke mezin ji xwe re peyda bike.


Koma Lawç ya temburjeniyê li holên mezin ên Tehranê mîna Niyaweran û li Rojhilatê Kurdistanê jî mîna Kiramşanê konsêrtên temburjeniyê û awazên resen ên Kurdî pêşkêş dike. Piranî mizukên dibêjin evin: “Dîraq, Xezan, Mehcûrî, Bewroz, Perwaz, Dîwana Şevê, Dila Çonî, Gerdûn, Bêkeran û Bîdad“ ev parçe muzîkên resen in ên ku ji aliyê Koma Lawç ve tên pêşkêş kirin. Herwiha wê komê dest bi hinek guhertinên di muzîka Kurdî de kirine û ew awaz bi tenbûrên xwe tekelî awazên Hewramî kirine.


Alava sereke ya Koma Lawç tembûre, lê alavên din jî ên mîna Kemançe, Def, Demek û Dehol jî di nav de hene. Koma Lawç ya temburjeniyê ji van kesan pêk tê: Zekeriya Yusif, Bîhnuş Kazimî Zade, Husna Fethî, Pîge Selîmî, Ferzad Bazgîr, Ferzan Xakpur, Erselan Ebasî, Seyad Mihemed û Humayon Kakî. Herwiha ew kom sûdê ji helbestên Mewlewî yê Kurd, Baba Tahirê Hemedanî, Pertew Kirmanşanî û Seyid Salihî Mayeştî werdigire.


(zt)