Rejîma Îslamiya Îranê Kurdekdin jî dardekir

14:28

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragehandin ku girtiyekî Kurd ê weatiyê  bajarê Nexede ya Rojhilatê Kurdistanê di girtîgeha Urmiyê de hatiye darvekirin.


Li gorî agahiyên hatin girtin girtiyê bi navê Yûsif Marûfî piştî şeş salên girtîgehê di girtîgeha bajarê Urmiyê de hat darve kirin. Yûsif Marûfî welatiyê bajaroka Qere Qesaba ya bajarê Nexedê yê Rojhilatê Kurdistanêye.


Li gor zanyariyan Yusif di sala 2008’an de hatibû girtin û cezayê muebetê lê hatibû birîn lê di dadgehê de cezayê wî ji bo darvekirinê hat guhertin.


Li gor Destûra Bingehîn a Komara Îslami ya Îranê, hukmê girtiya di dadgeha pêdaçûnê de nikare zêdetir bibe û biryara dadgeha pêdeçûna dosyeya girtiyan ji bo efûkirin an kêmtir kirina dema girtîgeha girtiyan e.


(zt)