Koçerên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe didin zozanan
14:45
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel hatina demsala bûharê û destpêkirina germa havînê, hozên koçer ên Kurd li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe didin navçeyên çiyayî û dest bi jiyaneke nû dikin.
Jiyana koçeriyê jiyaneke kevin e û vedigere serdema mirovê destpêkê, lê heta niha di nava erdnîgariya Kurdistanê de ew stîlê jiyana di nava hin hozên Kurd ên Lor de maye. Ji qedîm û heta niha hozên koçer ên Kurd li zincîre çiyayên Zagros û di navbera bajarên Sine, Kirmanşan, Urmiye û Îlamê de dijîn û di demsala sermayê de ber bi başûr û navçeya Germiyanê ve diçin û li wê derê çend mehên sermayê derbas dikin. Girîngtirîn hozên koçer ên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê evin: “Zolem Zengene, Kelhur, Sncawî, Melekşayî, Şohan, Bawecanî, Qelexanî, Caf, Mamiş, Şekak, Zerza, Celalî, Mîlan û Gelwaxî.”
Hozên koçer ên Loristanê
Hozên koçer ên Loristanê li ser du beşan tên parvekirin, Lor û Lek, Lek li ser sînorê başûrê Rojhilatê Kurdistanê, Lor jî zêdetir li sînorê bajarê Loristanê dijîn û niha sînorekî wan ê berferehtir heye û li navçeyên navenda Îranê belav bûne, herwiha hinek ji hozên koçer ên Lor li sînorê bajarê Kirmanşan li rojhilatê Îranê û navçeyên derdora Tehranê hatin û çûna xwe dikin.
Jiyana koçeran bêhtir girêdayî xwedîkirina ajel û mehan e û dema ku ji navçeyekê berê xwe didin yeke din bi mebesta dîtina cihekî maqûl bo berhemanîna şîr û goştê zêdetir, herwiha berhemên destî ku wek hunerkê ne yek ji karên din ên sereke yên koçera ne, ku bi taybetî jin bi wan karan radibin û ferş û mafûran çêdikin.
(zt)

