‘Mixabin dê di 24'ê gulanê de dosya ji ber demboriyê ji holê rabe’
16:04
JINHA
AMED – Di hefteya 276’emîn de Şaxa ÎHD’ê û xizmên wendayan çalakiya xwe li darxistin. Di çalakiyê de Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdulselam Înceoren diyar kir ku li gel hemû şertên zehmet wan bi israr xwestin kiryar bên dîtin û bên darizandin. Çîroka Hasan Orhan, Cezayir Orhan û M. Selîm Orhan ên di 24'ê gulana 1994'an de hatin binçavkirin û windakirin ji aliyê kurê M.Selîm Orhan Adnan Orhan ve hate xwendin.
Xizmên windayên û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşuyolu ya Amedê çalakiya xwe ya heftane li darxistin. Di çalakiyê de MEYA-DER Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, endam û rêvebirên ÎHD’ê û gelek xizmên wendayan amadebûn. Herwiha bi tevlîbûna rêveberên saziyan û gelek welatiyan çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Di hefteya 276’emîn de çalakî hat li darxistin. Di çalakiyê de Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdulselam Înceoren axivî.
‘Heke hesabê Ugur Kaymazan hatiba pirsîn îro ev tişt nedihatin jiyîn’
Abdulseam da zanîn ku li gel hemû şertên zehmet wan bi israr xwestin kiryar bên dîtin û bên darizandin. Abdulselam anî ziman ku heke hesabê Ugur Kaymazan hatiba pirsîn îro ev tişt nedihatin jiyîn û dozên hatin vekirin ji ber demboriyê ji holê rabûn û balkişand ser doza Musa Çîtîl.
'Gulebaran kirin, şewitandin û di gora komî de veşartin'
Çîroka Hasan Orhan, Cezayir Orhan û M. Selîm Orhan ên di 24'ê gulana 1994'an de hatin binçavkirin û windakirin ji aliyê kurê M.Selîm Orhan Adnan Orhan ve hate xwendin. Adnan Orhan, diyar kir ku piştî gundê wan leşkeran şewitandin di konê lê diman leşkeran bav, mam û pismamê wî binçavkirin û winda kirin û bûyer wisa vegot: "Hêzên dewletê yên faşîst bav,mam û pismamê min binçavkirin. Piştî 15 roj şunda li gundê Bagcilar ê Pasurê kincên gerîla li wan kirin gulebaran kirin û şewitandin. Cenazeyên wan ên hatin şewitandin di gorekî komî de veşartin. Piştî di sala 2004'an de ev gora komî hate dîtin ji bo ku em xizmên xwe bibînin me ji bo DNA'yê xwîn da. Di sala 2007'an de derket holê ku hestiyên ayîdî bav û apê min hebûn lê yê pismamê min di nav de nebû. Hestiyên 3 endamên malbata Bulut jî di heman gorê de derket. Piştî DNA'yê me hev girtin me hestiyên xwe xwastin lê hestî windakirin. 2 salan em hestiyên xwe geriyan. Piştî di sala 2009'an de me ji Dozgerê Pasurê got ser em dê dozê vebikin, dozgeriyê got hestî li goristana bêkesan hatine definkirin. Dema me hestiyên xwe xwestin gotin dê hestiyan di torbekî de bidin. Em jî ev yek qebûl nekir û hêj hestiyên xizmên me di torbekî de li goristana bêkesan veşarîtiyên e." Orhan, anî ziman ku berpirsiyarê wan sûçan Tugaya Komando ya Boluyê ne û wiha axivî: "Bi ser bûyer de 20 sal derbas bûn. Mixabin dê di 24'ê gulanê de dosya ji ber demboriyê ji holê rabibe."
Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştê pêk hat.
(zt)

