Li Agiriyê polîsan gule berda ciwanekê
16:45
JINHA
AGIRÎ - Li Agiriyê ji ber li Kolana Cumhuriyetê polîs ji ciwanê ku qolyeya BDP'ê di stuyê wî de heyî derbixe rageşî derket. Piştî rageşî vegeriya şer polîs bi çekê ciwanê bi navê Turgut Tutal bîrîndar kir.
Li Kolana Cumhuriyetê ya Agiriyê polîsan komekî ciwanan rawestand û ji ciwanê bi navê Turgut Tutal xwest ku qolyeya amblema BDP'ê li ser heyî ya di stuyê wî de derbixe. Ciwan li dijî vê yekê derketin û di navbar ciwan û polîsan de şer derket. Di şer de polîs çeka xwe bikar anî û Turgut ji serê xwe birîndar bû. Turgut ê ku ji serê xwe bi guleyê birîndar bû ji aliyê welatiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.
Turgut di bin kontrolê de tê girtin û hate zanîn ku rewşa wî baş e.
Li gel esnaf û welatiyên derdorê ketin nava bûyerê û xwestin bûyerê ji hev veqetînin polîs 2 jajorên guleyan berdan hewa. Ji ciwanên di encama mudaxeleya polîsan de reviya û çû buroya hilbijartinê ya BDP'ê ya li Dortyolê polîs ber bi buroyê ve beralî bûn. Piştî BDP'iyan destûr neda polîsan rageşî derket û piştî rêveberên BDP'ê ketin navberê rewş hinek aramî bû.
(zt)
