Hunermendê navdarê kurd Ebas Kemendî jiyana xwe ji dest da
17:01
JINHA
SÎNE - hunermendê navdar ê Kurd, Ebas Kemendî li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir. Ebas sala 1952’ê li Curawa ya bajarê Sinê ji dayik bûye.
Ebas Kemendî şevê dinê ji ber jana gurçika wî ew rakirin Nexweşxaneya Tewhîd li bajarê Sineyê, vê sibê her li heman nexweşxaneyê dilê wî rawestiya û jiyana xwe ji dest da. Ebas ji xeynî şarezatiya di warê muzîkê de, di warê nîgarkêşî, şanogerî, sînema û wêjeya Kurdî de jî pispor bû û 35 salan di beşa Kurdî ya radyoya Sine de kar kiriye.
Ebas di sala 2011’an de hêjayî xelata hunerê hatiye dîtin
Ebas nivîskarê heftenameya Basê bû û şanoname û çîrokên wî bi awayê rêze nivîs di heftenameyê de dihatin weşandin. Di sêyemîn sala pêşkêşkirina xelata hunerî ya Mamlê de ku sala 2011’ê li Hewlêrê hat dayîn, xelata salê pêşkêşî Ebas Kemendî hat kirin. Lê Ebas ji ber rewşa nebaş a tendirustiyê nikarîbû beşdarî merasîmê bibe.
Heta niha tenê çar albûm ji berhemên Ebas Kemendî hatine weşandin. Elbûmên Ebas evin: “Gelawêj, Hewraman, Pirşeng û Kîjî Kurd e”
Li gor çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, merasîma şîna hunermendê Kurd îro demjimêr di 4:30 li mizgefta Melaweysî ya bajarê Sinê dê bê kirin.
(zt)

