Buşra Ersanli: Bêmafiyên herî giran ji sal 2007’an heta niha hatin jiyîn

18:20

 JINHA


AMED – 5’emîn Fûara Pirtûkan ya TUYAP yayê li Amedê di roja 5’emîn de bi çalakiyên cur be cur berdewam dike. Di çarçoveya çalakiyên fûarê de panelek ser mijara “Rêxistina Azad û Aştî” hat li darxistin. Di panelê de Prof. Dr. Buşra Ersanli got: “Ez naxwazim biçim dîrokeke pir dur. Ji sala 2007’an ve herî zêde tundî û şidet ser jin û zarokan hatiye meşandin.”    


Fûara Pirtûkan ya TUYAP yayê li Amedê di roja 5’emîn de bi çalakiyên cur be cur berdewam dike. Di çarçoveya çalakiyên fûarê de panelek ser mijara “Rêxistina Azad û Aştî” hat li darxistin. Di panelê de Gulcîhan Şîmşek, Buşra Ersanli û Mehdî Perînçek weke axaftvan beşdarî panelêbûn. Panel rastî eleqeyek mezin hat û gelek kes beşdarbûn. Di panelê de bêmafiya li Tirkiyê hat nîqaşkirin. Siyasetmendar û Akademisyen Prof. Dr. Buşra Ersanli di panelê de balkişand ser polîtîkaya tundiyê ji salên 2007’an heta niha ser gelê kurd û tayîbetî jî ser jin û zarokan tê meşandin û got: “Ez naxwazim biçim dîrokeke pir dur. Ji sala 2007’an ve herî zêde tundî û şidet ser jin û zarokan hatiye meşandin.”    


‘Ez bi awayekî bê maf 8 meh û nîvan di girtîgihê de mam’


Buşra da zanîn ku bi navê doza KCK’ê di sala 2011’an de hatiye girtin û wiha domand: “Ez qasî 8 meh û nîvan di girtîgihê de mam. Ez dubar debêjim ku ji berk u bi bêmafî ez ewqas mam. Lê ji bo min 8 meh û nîv girtîgih pir tuştek nîne. Di bin van tevan de gelek bêmafî heye. Li cihê ku bêmafî heyî vîna mirovan tê şikandin.  Lê ez diwê baweriyêdeme di wê çend demê de ez hînî gelek tuştanbûm. Di dema ku ez di hindir debûm nêzî hezar nameyan ji bom in hat. Min wan nameyan hemû berhev kir û kire pirtûk.”


Paşê jî Gulcîhan Şîmşek ya k udi sala 2009’an de ji doz KCK’ê hatî girtin û demek berî niha ji girtîgihê derketî jî axaftinek kin kir û got: “Piştî 5 salan carekedinê şanazim ku hatim li vêderê. Lê dema ku em li hevalên xweyên 20 salin di girtîgihêdene binêrin derketina me tu wateya xwe nîne. Di girtîgihan de hem girtiyên nexweş û hem jî zarok hene.”


 (zt)