Dê hîşmendiya dîrokiya Roboskiyê bi muzeyê zindî bê girtin

09:06

Bêrîtan ELYAKUT / JINHA


AMED – Lêgera edaletê ya malbatên 34 welatiyên di 28’ê kanuna sala 2011’an de li Qilabana Şirnexê hatîn qetilkirin berdewam dike. Ji bo ku kirinên Roboskiyê neyên ji bîrkirin dê muzeya şerma Tirkiyê bê çêkirin. Din ava xebatên çêkirina muzeyê de Elî Koçer jî cîh digire. Elî diyar kir ku daxwaza wan malbatan çêkirina muzeyêye, divê bersiv bê dayîna daxwazên wan.


Koma bidildarî ji bo çêkirina muzeya Roboskiyê dixebitin, ji bo tekoşîna edaletê ya bi navê ‘Edalet li cihê bê edalet bilind dibe’ dest bi xebatên xwe dikin û dixwazin bi muzeyekê bikin sembol. Tê pilan kirin ku dê ji sazumaniya avahîsaziya wê heta her awayê çêkirina wê bi giyanek hevbeş bixebitin. Bi projeyek weke cihê bîranînê, saraya edaletê, pirtûkxane, berxwedana hevbeş û navenda jiyanê hatiye danîn û dest bi gava yekem ya xebatên wê hatiye kirin. Elî Koçer jî din ava xebatên sazumaniya wê de cîh digire. Elî da zanîn ku armanca bingehîn ya xebatên wan ji bo Roboskî neyê ji bîr kirin û her dem di rojevê de bê hiştin û wiha got: “Em niha ji xebata kum e despêkirî re muze dibêjin. Em li gel desteya bilind ya vî karî civiyan û me ser êçkirina muzeyê û navê wê nîqaş kir. Lê me bi giştî nav ne ecivand. Ji ber wê jî paşê emê navê muzeyê ne xebitînin. Em difikirin ku emê navek weke şêwirmendî yan jî girêdayî edaletê bixebitînin.”


‘Porjeya çêkirina muzeyê li ser daxwazên malbatan pêşket’


Elî destnîşan kir ku projeya avakirina muzeyê salek û nîv berê hatiye despêkirin. Elî derbirî ku dema ku endamên Ciwanên Sosyalîst çun Roboskiyê wêdemê bingiha xebatek wiha hat danîn. Elî anî ziman ku dema ku xwendekar çun Roboskiyê xwestin sazumaniyek mayînde li wê bê çêkirin û li ser wî bingihî fikir pêşxistin û wiha domand: “Malbatên Roboskiyan hatin bahev. Me li gel malbatan nîqaşkir ji bo dê di kîjan çarçoveyê de ev porje bê kirin. Ev mijara muzeyê jî li ser daxwazên malbatan pêşket.” Elî diyar kir ku ji ber bazirganiya malbatan ya ser sînor, malbat çune Wargiha Mexmûrê û muzeya li wê dîtine. Elî da zanîn ku malbat dixwazin muzeyek weke ya Wargeha Mexmûrê li Roboskî jî bê çêkirin.


‘Rêyek weke ya Îmece bê şopandin’


Elî destnîşan kir ku xwendekar dema çune li wê li gel daxwazên malbatan bi hev kirine û divê rêyek weke ya Îmece bê şopandin. Elî derbirî k udi salvegera yekem ya qirkirina Roboskî de projeya muzeyê hatiye despêkirin. Elî anî ziman ku di dema berxwedana parka Geziyê de û paşê jî ji ber binçavkirinan hinek xebatên muzeyê hat paşdexistin. Elî bilêv kir ku dê ji niha û şonde zêdetir xebatên xwe baştir birêvebibin û ji bo wê jî wan komek avakiriye. Her wiha Elî diyar kir k udi nava şêwirmendiya wan de kesayetên navdar yên weke Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, Peyîwirdarê Perwerdê yê Fakulteya Zanîngiha Enqerê Mîthat Sancar, Îsmaîl Beşîkçî, Ayhan Bîlgan û Parêzvanê Mafê Mirovan Husnu Onlu jî din ava de cîh digirin.


‘Em navek weke şêwirmendî yan jî naveroka wê edalet be difikirin’


Elî da zanîn ku ji bo Roboskî neyê ji bîrkirin û her dem di rojevê de bimîne wan dest bi projeyek wiha kiriye û wiha berdewam kir: “Em niha ji projeya xwe re muze dibêjin. Li civînên me yên li gel desteya bilin da projeyê re navê muzeyê guncaw nehat dîtin. Hîna em ser nav difikirin. Heta me navek lig ora wê dîtî, bila niha muze bimîne. Lê di dema qedandina projeyê de dê navê muze neyê lêkirin. Em li ser navek şêwirmendi yan jî girêdayî edaletê difikirin.” Elî destnîşan kir ku dê li ber ziyareta ku yên di bûyera Roboskî de jiyan xwe ji dest dane avahiyek du qat çêkin û malbatek ji wan jî li wê bi cîhbikin ji bo parastina avahiyê. Elî girêdayî cihê avakirina avahiyê jî wiha axivî: “Dê li ser rêya diçe ziyaret jî wêneyên qirkirinên li ser wê rêyê hatîn jiyîn cîh bigirin. Yên ku dixwazin xwe bigihînin vê projeyê û alîkarî bikin, komek xwendkaran ya ji 50-60 kesî heye vî karî bi rê ve dibin. Din ava van xwendekaran de peyîkertiraş jî hene. Dê ewana havînê bên li Roboskiyê bixebitin.”


‘Konsera me ya şêwirmendiyê ya herî giring jî di 15 hezîranê de li Amedêye’


Elî anî ziman ku ji bo proje bikeve jiyanê dê çalakiyên cihê reng bikin û wiha pêde çu: “Ji bo vê projeyê me li hinek cihên diyar kanser amadekiriye. Ew dahata kom bibe jî emê ji bo wê porjeya xwe bixebitînin. Ji ber proje hinekî berfireh û girane, dahatek zêde jî tê xwestin.”Elî destnşan kir ku ji bere w pirsgirêka aboriyê dijîn, dixwazin li ser hesabê bankayekê yan jî ser înternetê bi navê Roboskî. Org alîkariyê bixwazin. Elî derbirî ku dahata ji kanseran bigirin jî dê ji bo wan bibe alîkarî û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Konsera me ya şêwirmendiyê ya herî giring jî di 15 hezîranê de li Amedê ye. Hunermendên ku di vî aliyî de alîkarî didin Mem Ararat, Aynur Dogan, Bulent Turan, Koma Erbane ya Dîcle Firadê û axaftvan jî  kesayetên tên naskirin yên weke Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, Peyîwirdarê Perwerdê yê Fakulteya Zanîngiha Enqerê Mîthat Sancar û Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak”


‘Divê em bibin bersiva daxwazên malbatên Roboskiyan’


Elî bilêv kir ku peyama projeya wan wihaye “Rojhilat û Rojava anîna bahev” û wiha domand: “Armanca me ya domandina xebata xwe li navenda Enqerê ji bo şêwirmendî û ji nêz ve hev şopandina aliyê Rojava û Kurditanêye. Ji ber wê jî bi tayîbetî me li Enqereyê dest bi vê projeya xwe kir. Ji ber me xwest em peyamekê bidin dewletê.” Elî ji bo baş birêveçuna projeyê banga baldarî û hestiyariyê li her kesê kir û wiha bidawî kir: “Ji bo vê projeyê me li gel malbatên li wê 3-4 caran civînên berfereh çêkir. Biryara heveş derketî evbû: ‘Heger em dixwazin muzeyek wiha çêkin, divê wate û peyamek ya vê projeyê hebe.’ Me jî daxwazên malbatan li ber çavan girt û ev peyîwir da ser milê xwe û xwest em karek wiha bikin, bibin bersiva hêviyên malbatan. Divê hestiyarî û baldarbûna bi Roboskiyê re ne tenê di gotin de, di cewher de jî bê hîskirin û alîkariyek bê kirin.”


(zt)