Xeyalên zêra rastiya xwezayê tunedike

09:39

Şehriban Aslan / JINHA


MÛŞ – Bajaroka Kizilagaç ya Mûşê ji dewletê alîkariyê naxwaze, li peyî xeyalên xwe ya dîtina zêran digerin. Ser vê rewşê welatiyê bi navê Necdet Yenturk diyar kir k udi dema gerîna zêran de bê zanebûn ziyanê didin xwezayê û got: “Binê her darekê dikolin. Dema ku wiha dikin ziyanê didin şînatî, ajalan û hemû xwezayê. Divê welatiyên me di vê mijarê de baldarebin.”


Welatiyên bajaroka Kizilagaç ê ya Mûşê ji dewletê alîkarî nagirin û bi derdê debara xwe ketine. Ji bo debara xwe binê hemû berên nîşanek li ser wan yan jî jê bi gumanin ku tuştek di bin de heye dikolin. Bi vê kolana binê dar û baran hem ziyanê didin ekolojiyê û hem jî şînatiyê tune dikin û xwarina ejalan nahêlin. Ev dibe sedema tunekirina ajal û şînatiyê. Girêdayî qirkirina ekolojiyê welatiyê bi navê Necdet Yenturk da zanîn ku bi kolana wan xendek û çalan hem ajal dikevin hindirê wan û perîşan dibin û hem jî dengeya ekolojiyê xiradibe.


‘Tenê hêviya welatiyan bûye gerana zêran’


Necdet destnîşan kir ku ev derdê welatiyan yê gerana li zêran qirkirina xwezayêye û wiha got: “Ji ber di vî bajarokî de tu tiştên ku welatî pê debara xwe bikin nîne. Polîtîkaya hikumetê aboriyê bê bandor kiriye. Ji ber wekedinê welatî tuştek pê debara xwe bikin nabînin, tenê gerana li zêran weke çareyekê ji bo xwe dibînin. Bi hêviya dîtina zêran welatî binê her berên bi îşaret dikolin. Bixwazin nexwazin kolana wan xendekan ziyanê dide xwezayê. Ji bo şînahî baş çêbibe gelek caran welatî li benda baranê dimînin. Dema ku baran nebare hemû keda wan ya çandiniyê vala diçe. Di destê wan de tu sedemên dahatê namîne. Ji ber welatiyê li vê derê dijîn debara xwe bi çandinî û xwedîkirina ajalan dikin. Bi qasî pêdiviya wan heye dahatê nagirin ji wê keda xwe ji ber wê jî tenê hêviya wan zêr dîtine û her derê dikolin. Lê ne di ferqa wêdenin bi van kolandinan hevsengiya xwezayê xiradikin. ”


‘Şînatî û ajal ziyanê dibînin’


Necdet anî ziman ku gelek caran ajal dikevin wan xendekan û telaf dibin û wiha berdewam kir: “Binê her darê dikolin. Binê her darekê dikolin. Dema ku wiha dikin ziyanê didin şînatî, ajalan û hemû xwezayê. Divê welatiyên me di vê mijarê de baldarebin. Bila êdî ji kolana van xendekan bigerin. Em li hemberî qirkirina xwezayêne. Divê her kes di vê mijarê de baldarbin.”


(zt)