Ji bo Fatoş ya PKK yî konê sersaxiyê hat vedan
18:11
JINHA
EDENE – Di 22’ê mijdara sala 2011’an de Fatoş Yaşik (Avaşîn Evrîm) ya PKK yî ku ji aliyê êrîşên hewayiyên TSKyê ve li herêma Garê jiyana xwe ji dest dayî, li Edeneyê konê sersaxiyê hat vekirin.
Li taxa Ulubetli Hasan ya navçeya Yuregîr ya Edeneyê ji bo Fatoş Yaşik ya PKKyî konê sersaxiyê hat vekirin. Di 22’ê mijdara sala 2011’an de Fatoş Yaşik (Avaşîn Evrîm) ya PKK yî ku ji aliyê êrîşên hewayiyên TSKyê ve li herêma Garê jiyana xwe ji destbû. Di konê sersaxiyê de posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alayên KCK û PKK’ê hatin hildan. Dê sibê di saet 19.00’an de ji ber Mutlu Camiyê heta ber konê sersaxiyê dê meşek girseyî bê li darxistin.
(zt)

