Li taxa Duzyola Wanê atolyeya berikan

14:00

Ozlem Arici / JINHA


WAN –  Erdheja li Wanê û şert û mercên zivistanê herî zêde ser jinê bandoreke neyînî hişt. Jinên li Wanê dijîn ligel şert û mercên xirab dîsa hewl didin ku li ser piyan bimînin. Jinên wanî dixwazin qadên îstîhdamê bên zêdekirin ku debara malên xwe bikin. Li taxa Duzyola Wanê atolyeyeke berikan heye û jinên li taxê bi çêkirina berikan debara mala xwe dikin.


Ji hela VAKASUM’a şaredariya Wanê li taxa Duzyolê atolyeya berikan hat vekirin. Mamosteyên kursê Sahîde Çaglar û Nurcan Urper, diyar kir ku armanc dikin ku kevneşopiya çêkirina berikan bidomînin her wiha ji bo jinên taxê qadên îstîhdamê avabikin. Jinên ku ji erdhejê mexdûn bûn bi vî karî debara mala xwe dikin. Xwendekarên jin jî ji bo bixwinîn li vir berikan çêdikin.


‘Cihê ku şîdet heye li vir azadî nîne’ 


Sahîde Çaglar, da zanîn ku ji bo jin serbixwe bibe divê projeyên bi vî rengî bê afirandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo jinan kursên bi vî rengî girîng e. Ji ber ku hem dibin xwedî kar û hem jî aboriyeke serbixwe bi dest dixin. Azadiya jinê girîng e, cihê ku azadî nîn be li vir şîdet û zext heye. Cihê ku şîdet heyî jî demokrasi û azadî nîne.”


‘Demara mala xwe dikin’


Mamoste Nurcan Urper jî daxuyand ku divê jinê tevli qadên hilberînê bikin. Nurcan, jinên ku tên atolyeya berikan, bi çêkirina berikan debara mala xwe dikin. Xendekara bi navê Fatma Kiliç jî ji bo rihettir dibistanê bixwine û hewcedariyên xwe pêk bîne li vir dixebite. Fatma, got ku atolyeyên bi vî rengî ji bo jinê girîng e, ji ber ku gelek jin nikarin derkevin derveyî taxê û bixebitin. Fatma, da zanîn ku jin li her qadê hilberînere, niha bê tirs û bi bawêr kar û barê xwe dimeşîne.


Jinên ku tên atolyeyê da zanîn ku, ji bo jinan divê bêtir qadên îstîhdamê bên avakirin


 Wêne: Fotoğraf: Ozlem Arici


 (oa/zd/la)