Dê runiştina doza qatîlê Canan Taniş di 28’ê gulanê de bê dîtin

08:43

Sarya GOZUOGLU / JINHA


AMED – 4’emîn runiştina doza Vedad Taniş yê ku bi 7 kêrên cuda hevsera xwe Canan Taniş 16 caran kêr kir û wiha qetilkir dê 28’ê gulanê bê dîtin. Girêdayî mijarê Parêzer Elîf Îpek Tirenç diyar kir ku ew bi bûyerek ya cînayetê re di rewşek zor de mane û got: “Qatîl ji bo kêmkirina cezayê xwe çî ji destê wî tê dike. Ji bo hemû şahid û delîlan valaderxîne hîna heyeta dadgihê lêkolîn dike.”


Di 15’ê Îlona sala 2013’an de Vedad Taniş hevsera xwe Canan Taniş bi 7 kêrên cuda ji 16 cihên cuda kêr kir û qetilkir. Vedad Taniş dema ku hevsera xwe qetilkirî, despêkê her 4 zarokên xwe ji malê derxist û paşê hevsera xwe bi awayekî hovane qetilkir. 4’emîn runiştina doza Vedad Taniş yê ku bi 7 kêrên cuda hevsera xwe Canan Taniş 16 caran kêr kirî û qetilkirî di 28’ê gulanê de despê dike. Doz dê li 10’emîn Dadgiha Cezayê Giran ya Amedê bê dîtin. Qatîlê ku bi hovane hevsera xwe qetilkirî bi cezayê muebetê tê darezandin. Girêdayî mijarê Parêzera Canan Taniş Elîf Îpek Tirenç axivî. Elîf da zanîn ku demdirêj bû Canan dixwest ji hevserê xwe bê berdan, lê her dem ji aliyê hevserê xwe ve rastî tehdîdên qetilkirinê dihat.


‘Bersuc ji bo ku cezayê xwe daxîne Canan bi kar tîne’


Elîf destnîşan kir ku dema ku Vedad Taniş xwestî hevsera xwe qetilbike, zarokên xwe derxistiye ji derve, hevsera xwe kêr kiriye, paşê bi poşiyê xeniqandiye, ew jî têrnekiriye vê carê jî hewildaye serê wê jêbike û wiha got: “Bi vê awayî em bi kuştinek wiha wehşî re ru bi rune. 3 runiştin hatin dîtin, her 3 jî li ser îdiayên qatîl hatin berdewam kirin.” Elîf derbirî ku ji bo qatîl cezayê xwe kêmbike her dem îftirayan di avêje ser Canan û di xwaze bi vî awayî xwe rizgar bike. Elîf anî ziman ku her carê heyeta dadgihê diyar dike ku her dem bersuc îfadeyên bi boman didin û wiha domand: “Dadgih niha li ser îfadeyên bersuc berdewam dike. Girêdayî îfadeya bersuc divê hemû endamên malbatê bi peyîvin û delîlên rast derketina holê jî cardin dadgeh lêkolîne berdewam dike.”


‘Ji bo qatîl bê cezakirin ezê parastinê bikim’


Elîf axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dosya bi vî awayî li ber qedandinêye û hemû şahidên bûherê hatine guhdarî kirin. Ji bo qatîl bê darezandin emê parastinê bikin. Mêrek wiha bihêrse û hemû hêrsa xwe ser hevsera xwe de rijand. Canan bi hemû awayî xwe ji bo berdanê amade kiribû.  Lê qatîl xwe li hemberî wê daxaza Canan rane girt û ew qetilkir. Tenê ji ber wê Canan qetilkir.”


(zt)