Jinên di zeviyan de dixebitin dibin mexdurê muçeyê li gor hişmendiya mêran

08:46

Tekoşin Tekin/JINHA


EDENE – Yek ji cihên ku herî zêde karkerên demsalê lê hene Edeneye. Jinên karker yên ku li semta Kuşukdikili ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê hilberîna gulan dikin zoriyên ku jiyan dikin wiha tînin ziman: “Em din ava rojê de 12 saetan bi 37 TL yan dixebitin. Em berhemê keda xwe nagirin. Em bi muçeyek kêm dixebitin. Em neçarin bixebitin. Her ku diçe Edene germ dibe. Lê dîsan jî em neçarin ku bixebitin. Din ava rojê de ji Germa û westanê em nefesê nagirin.”


Li herêmê û tevahiya Tirkiyê jin ji neçarî karên herî giran dikin. Bi demjimêrên zêde û bi muçeyên herî kêm dixebitin. Jin li aliyekê di şerêtên herî giran de dixebitin û li aliyê dinê jî bi qasî pêdiviyên xwe muçe nagirin. Yek ji cihên ku herî zêde karkerên demsalê lê hene Edeneye. Jinên karker yên ku li semta Kuşukdikili ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê hilberîna gulan dikin. Jin di zeviyan de di şertên herî zor de tekoşîna jiyan didin. Ayşe Alas ya 44 salî û dayîka 5 zarokan diyar kir ku ew rojê 12 saetan dixebite û 37 TL yan digire. Ayşe da zanîn ku qet roja wan ya betlaneyê jî nîne.


‘Pereyê ku digirim kême lê neçarim bixebitim’


Ayşe anî ziman kul i Edeneyê karkerên demsalê pirin ji ber wê jî ew neçare di zeviyan de dixebite û wiha got: “Ez dayîka 5 zarokanim. Zarokên min yên dixwînin hene. Ez hemû debara malbata xwe bi muçeyê ku ji keda destê xwe digirim dikim. Hevserê min jî na xebite. Ji ber ez bi tenê dixebitim heqdestam min têra debara mala min nake. Ez bi tena serê xwe nikarim li malbata xwe binêrim. Muçeyê ku digirim pir kême bi têra tu nake, lê ji neçarî dixebitim.” Ayşe bilêv kir ku sîgorteya wan ya tenduruştiyê jî nîne û wih domand: “Di zeviyan de karkirin gelek zore, lê ew jî kareke. Divê her jinek di aliyê aborî de alîkariyê bide malbata xwe. Ji ber vê jî divê hemû jin bixebitin. Bi keda destê xwe alîkarî bide mala xwe.”


‘Ji germê û westanê em nikarin nefesê jî bigirin’ 


Emîne Goruş ya 48 salî jî diyar kir ku ev 18 sale ew di zeviyan de dixebite û got: “Ez din ava zeviyan de dixebitim. Hevserê min jî ava lekan difiroşe. Em bi vî awayî debara xwe dikin. Ez diçim hemû karên di zeviyan de tên kirin. Ez razî bin ne razî bin di bin vê germê de dixebitin û em neçarin bixebtin. Em li peyî girtinan nanê xwe digerin. Di bin Germa Edeneyê de em neçarin bixebitin. Em di dema bêhindanê de jî ji germê û westanê nefesê nagirin.”  


 (zt)