Şêweyê helbestên Jîla mewlewiye

11:18

Zehra Tunç / JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvana kurd Jîla Huseynî li bajarê Seqîz yê Rojhilatê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di 15 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Di aliyê helbestvaniyê de pêşde çuye. Navê du helbestên wê jî wihane “Geşeyî Evîn” û “Qelay Raz” û pirtûkek wê ya bi navê “Mirina Rojê” hatiye çapkirin. Helbestvan Jîla di temenê ciwan de bi qezayek ya tirafîqê jiyan xwe ji dest daye.   


Jîla Huseynî di sala 1964’an de li bajarê Saqiz yê Rojhilatê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Jîla Keça dadwer û zanyar Mehran Huseynî ye. Bavê Jîla Mehran xwediyê pirtûkxaneyek dewlemendbû û rolek giring dida pêşdebirina helbestan. Ji lewra bavê Jîla dixwest keça wî Jîla di aliyê helbestvaniyê de pêşbikeve. Jîla di temenê 15 salî de, dest bi nivîsîna helbestan kiriye.


Jîla êşa civaka xwe di helbestên xwe de daye hîskirin


Di aliyê helbestvaniyê de Jîla gelek pêşdeçuye. Jîla kariye êş û şadiyên civaka ku din av de dijî di helbestên xwe de bîne ziman û bide hîskirin. Ji ber wê jî pirtûkên helbestên wê bi gelek zimanan hatine çapkirin û weşandin. Her wiha ji ber wê hunera xwe ya dewlemend bala gelek hunermendên wê demê kişadiye ser xwe. Li gel Hunermedê navdar Şêrko Bêkes jî din ava peyîwendiyandebû. Hunermend û Helbestvan Şêrko giringiyek mezin dida helbestên wê.


Jîla bi şêweyê mewlana helbest dihunand


 Helbestvan Jîla bi şêweyê mewlana helbest dihunand. Helbestên wê piranî di aliyê çanda xwezayî û girêdana jinan bi axê rebûye. Helbestên wê bi gelek zimanan hetiye werger kirin. Bi kurdî û farisî nivisiye. Pirtûka wê ya bi navê “Mirina Rojê” wergêrî tirkî hatiye kirin. Hunermend Şêrko Bêkes pêşgotina wê pirtûka Jîla nivisiye û ji bo wê wiha gotiye: “Girêdana Jîla bi helbestan re weke helbest eşq û Jîla jî meşiqe.”  Di sala 1995’an de helbestek bi navê “Geşeyî Evîn”  û di sala 1996’an de jî yek bi navê “Qelay Raz” nivîsiye. Ji derveyî van berheman gelek çîrok nivîsandiye.


Di sala 1996’an de dema ku Hunermendê navdar Şêrko di çu Tahranê Helbestvan Jîla diçe pêşewaziya wî di wê demê de bi qezayek tirafîqê çû ser dilovaniya xwe. Jîla hîna pir ciwanbû dema jiyana xwe ji dest da.


çend rêzek ji helbestên Helbestvan Jîla Husenî wihaye:  


"Eger bû û te jinek dît
bejna wê bi xemê xemilandî be
çavên wê kiz û xembar bin
lêvên wê ziwa û qelişî bin
û te ez pê şibandim
neveciniqe
nebêje wêneyê vê hejarê
di albûma raburiya min de 
yadîgar e."


(zt)