Li derdorê bajarê Sîne çanda xwedîkirina hespan

15:06

JINHA


SÎNE - Li hinek deverên bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê çanda xwedîkirina hespan weke kevneşopiyekê tê dîtin û berdewam kirin.


Li gorî lêkolînên hatîn kirin hatiye zanîn ku çanda van herêmên derdora Zagrosan çandekî xwediyê kokên kur û bingehek qayîmin. Li van cihan çanda girêdana mirovan bi ajal û xwezayê ve gelekî watedare. Yek ji van herêmên giring û xwediyê çanda kevnare jî bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanêye. Li van deveran ji bo jiyanê û girêdana mirovan ya bi xwezayê ve bingihê xwe yê qayîm ji çanda dewlemend ya Zerdeştiyan tê. Li hinek deverên girêdayî Sîne xwedîkirina hespan jî weke kevneşopiyek dîrokiye. Hespan baş xwedî dikin û hespên wan deveran bi bedewiya xwe tên nasîn. Di nava tevahî cîhanê de hespên Sîne xwedî cihekî giringin û ji aliyê hemû deverên hespan xwedî dikin ve tên nasîn.


(zt)