Jinên kurd û tirk: Em dest bidin hev û vî şerî bidawî bikin

12:39

 


Hulya ADIYAMAN - JINHA


MUGLA – Endamên Înîsiyatîfa Jinên Dijberê Şer ku ji aliyê jinên Tirkiyeyî ve hatiye sazkirin, dibêjin "Em kurên xwe, evîndarên xwe, hevjînên xwe dişînin şer. Em wekî mirovên ku li ser axên wan şer heye, naxwazin ku êdî vî şerî ji bîr bikin û naxwazin ji nedîtî ve bên." Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê Mekiye Kaçan jî dibêje "Hewce ye ku em bi hevkariya jinên dijberên şer yên Tirkiyeyî, xebatên hevpar bimeşînin. Ji bo rawestandina şerê qirêj, pêwîst e em li dijî dewletê dest bidin hev û dawî li vî şerê qirêj bînin."


 


Ji bo ku mirovên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn, vî şerî bi her awayî bikin rojeva xwe, Înîsiyatîfa Jinê ya Dijberî Şer a Muglayê, di Tîrmeha 2011'an de dest bi xebata xwe ya yekemîn kir. Înîsiyatîfa Jinê ya Dijberî Şer a Muglayê, di xebatên xwe yên atolyeyê de dixwazin ku hişmendiya mirovên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn jî, zêde bikin. Înîsiyatîfa ku di xebatên xwe de li ser mijarên wekî ‘bêîteatiya sivîl, reda wijdanî, leşkerî û di şer de jinbûn’ perwerde dide, bi 20 endaman dest bi xebata xwe kir. Înîsîyatîf bi tevlîbûna xwendevan û jinên li navçe û gundan, xebatên xwe yên xurt didomîne û endamên xwe zêde dike. Bijîşka Alîkar a Doçent Dîlek Hattatoglu ya ku li Zanîngeha Muglayê Hîndekara Beşa Civaknasî ye û Endama Înîsiyatîfa Jinê ya Dijberî Şer a Muglayê ye, anî ziman ku ji  bo şerê li ser erdnîgariya Tirkiyê tê meşandin bidawî bibe, hatine ba hev.


Dîlek, anî ziman ku bi pirsa ‘Em wekî mirovên ku tu erk ango rayeya wan a biryardayînê  tune, ji bo aşitiyê dikarin çi bikin?’ dest bi xebatên xwe kirine. Dîlek, da zanîn ku wekî însîyatîf, di xebatên xwe de li ser gelek mijarên civakî disekinin. Dîlek diyar kir ku di daxuyaniyên çapemeniyê û di xebatên atolyeyê de mijara yekem ku li serê sekinîne, pişta mirovên jiyana xwe ji dest dane ye. Dîlek destnîşan kir ku şerê li Tirkiyê didome, li ser xwina mirovên kuştî geş dibe. Dîlek ragihand ku baceya ji aliyê dewletê ve tê stendin, hinek jê ji butçeya şer tê veqetandin û got "Ger ku dê ji bo aştiyê tevkariyek me çêbibe, ev jî dikare bibe teşekirina para me ya bacê ya tevkarî dide berdewamkirina şer, a di qadên cuda de be."


 


Pêşî têgehan pirsyar dikin


 


Dîlek anî ziman ku ji jinên li rojhilatê Tirkiyê zehmetiya şer rasterast dijîn hayîdar in û got "Em bi zehmetiyên ku jinên li rojhilat di nava şer de dijîn dikşînin, dizanin û hîs dikin. Bila bizanibin ku em jiyana wan û pirsgirêkên ku ew dijîn, difikirin." Dîlek da zanîn ku bi armanca alîkariya jinên rojhilat, biryara lidarxistina daxuyaniya çapemeniyê stendine, lê ji ber ku di nivîsandina daxuyaniya çapemeniyê de qels bûne, bi xebatên atolyeyê destpê kirine. Dîlek ragihand ku armanca sereke ya xebatên atolyeyê, lihevkirina li ser têgehên ‘şer’ û ‘aştî’ bûye. Dîlek, diyar kir ku piştî van xebatan, li ser mijarên wekî ‘jin û reda wijdanî, dayîktî, leşkerî û bêîteatiya sivîl’ dê bê  sekinandin. Dîlek destnîşan kir ku di nav endamên înîsîyatîfê de jin û xwendekarên jin ên li gund û navçeya dijîn jî hene, ji ber şert û mercên endamên jin, xebat di meha cotmehê de bi pergal bûne.


‘Şer dibe sedema zêdebûna hişmendiya zilam’


Endama Înîsiyatîfa Jinê ya Dijberî Şer a Muglayê Elem Çîçek a di heman demê de Xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha Muglayê ye, got ku dijberiya şer, erkeke mirovane ye. Elem diyar kir ku bi sekna jinê, li hemberî şer e. Elem mijara ‘Jinantî û Şer’ nirxand û destnîşan kir ku şer dibe sedema zêdebûna hişmendiya zilam. Elem li ser sedemên tûndiya zilam a li ser jinê dimeşîne rawestiya û got "Gava mêr dişînin leşkeriyê, ji bo şer 'bi gotinên wek tê şer bikî welatê xwe biparêzî' hêz, mêrantî dibe sedema rayeya bikaranîna tûndiyê" Elem diyar dike ku di nava malê de ji şer bi rengê tûndiya li hemberî jinê dide nîşandan. Got ku “zilam, ji bo şer dişînin leşkeriyê û jê re dibêjin ‘tu dê şer bikî, welat biparêzî!’. Ew jî bi vê hêz û mêrantiyê, rayeya pêkanîna tundiyê dike para xwe.” Elem, anî ziman ku şer di nav malan de jî, xwe bi awayê tundiya li hemberî jinê nîşan dide. Elem tespîta “Şer tundiyê asayî dike” anî ziman û diyar kir ku sedemeke din a ji bo jin bibin dijberên şer jî, dayîktî ye. Elem destnîşan kir ku şer, xwe li ser pişta ‘dayîktiyê’ xwedî dike. 


Şer li Tirkiyê ne şerê gelan e! 


Peywirdara Lêkolînê ya Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Muglayê û Endama Înîsiyatîfa Jinê ya Dijberî Şer a Muglayê Demet Polat, diyar kir ku şerê li ser erdnîgariya Tirkiyê pêk tê, ne şerê gelên li Tirkiyê ye. Demet anî ziman ku hêzên serdest, dixwazin aliyan ava bikin û aliyan cuda bikin. Demet got "Her çiqas ew bixwazin em li hemberî hev neyartiyê bikin jî, em dizanin ev ne şerê me ye û dijminên me tunene. Ji ber vê sedemê, naxwazim gelên Tirkiyeyî bibin aliyê vî şerî." Demet diyar kir ku jin, di şer de bi rengê xenîmet rastî destdirêjî û destavêtinê tên û got "Em kurên xwe, evîndarên xwe û hevjînên xwe dişînin şer. Şer desthilatiya mêr û diyardeya tundiya mêr geş dike."


Demet anî ziman ku înîsiyatîfa wan bi armanca peyam bide mirovên ku li rojavayê Tirkiyê dijîn civiyaye û wiha pê de çû: " Em wekî mirovên ku li ser axên wan şer heye, naxwazin ku êdî vî şerî ji bîr bikin, ji nedîtî ve bên û ji jiyana xwe bavêjin. Me got ‘Mirov dimirin, bi tevahî tundî berdewan dike, em ê êdî wê luksê bikar neynin’. Yek ji peyamên me yên ji mirovên li rojavayê Tirkiyê dijîn re jî ew e ku vê luksê pirsyarî bikin, şer bikin rojeva xwe û li hemberî şer dengê xwe kêm nekin, bilind bikin.”


‘Em li dijî têgehên zayendparêzî, serdestiya zilam, cureparêzî ne!’


Peywirdara Lêkolînê ya Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Muglayê û Endama Înîsiyatîfa Jinê ya Dijberî Şer a Muglayê Ezgî Burgan, balê kişand ser girîngiya dijberiya şer. Ezgî, anî ziman ku avakirina rayagiştî ya li dijî şer, ji bo ku rawestandina şer hêzeke nîşanî ye. Ezgî, destnîşan kir ku têkiliya şer bi ‘zayendparêzî, serdestiya zilam, cureparêziyê re heye û diyar kir ku înîsiyatîfa wan, li dijî van têgehan e. Ezgî, da zanîn ku şer, ji hev cudabûneke mekanî ava dike û got “bi valakirina gundan a di salên 90’î de re, ev şer tenê li rojava namîne, dipeke rojava jî. Ji hev cudabûneke mekanî ava dike û bi heman awayî niha bi Pêşnûmeya Qanûna Afatê an jî Projeyên Veguherîna Bajarî, ev şer didome.” Ezgî ragihand ku ew ê wek jinên dijberî şer, li hemberî şer pêşengeha nûçeyan lidar bixin, xebatên li ser weşanên dijberî şer, pirtûk û kovaran dimeşînin. Ezgî anî ziman ku bi riya nîşandana fîliman, derheqê dijberiya şer de dibin xwedî zanîn.


‘Em dest bidin hev û vî şerê qirêj bidawî bikin’


Mekiye Kaçan a ku endama Înisiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Amedê ye, da zanîn ku ji avabûna Înîsiyatîfa Jinê ya Dijberî Şer a Muglayê, pir kêfxweş in. Dayîka Mekiye, destnîşan kir ku lazim e her dayîk û her jin, li hemberî şer serî rake. Dayîka Mekiye, anî ziman dixwazin wek Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, bi înîsiyatîfa li Muglayê re xebatên hevpar bimeşînin. Dayîka Mekiye banga “Em dest bidin hev û li hemberî şer serî rakin” kir. Dayîka Mekiye destnîşan kir ku ew naxwazin ciwanên li Tirkiyê dijîn wekî gerîlla an jî leşker jiyana xwe ji dest bidin û got "Em dixwazin ev şer êdî biqede, dayîk negirîn, ciwanên me ziyan nebin û şehîd nekevin. Em dixwazin bi jinên Muglayê re xebatên hevpar bimeşînin. Em li dijî dewletê, dest bidin hev û dawî li şerê qirêj bînin."


‘Şer li ser milê jinan barekî giran e’


Endama Înîsiyatîfa Dayîkên Aşîtiyê ya Amedê Emriye Ektîren a ji Tokatê ye jî, ji jinên Muglayê re serkeftin xwest. Dayîka Emriye diyar kir ku ev şerê li Tirkiyê, divê bê rawestandin û ev şer, li ser milên jinan barekî giran e. Dayîka Emriye got "Heta ku em li pişta zarokên xwe bin, ew ê nemirin. Zarokên me yên ku di dergûşê de ne jî, wexta wê bê, ew ê rabin herin. Dawiya vêya tuneye." Dayîka Emriye kurek û du keçikên wê hene û wiha domand:


“Kurê min li Zanîngeha Dîcleyê dixwend. Evîndar bû, pîştî bi hevrebûneke bi qasî 6 salan, zewicî. Piştî 10 meh zewicandî ma, çû çiya. Xwe li ber zordestiya Tayyîp Erdogan ranegirt. Kurê min zanîngehê xwendibû. Çû. Êdî bes e ev zext û zor. Kezeba dayîkan dişewite. Em ê heta kengî bigirîn? Ez ji vê derê diqîrim, bes e zarokên me ji destê me çûn. Bes e ev zordestî. Îro yek dimre, ev dibe sedem ku bi hezaran herin çiya. Pirsgirêk bi mirinan çareser nabe. Hiş û vîna me heye, bi hezaran dimirin, bi hezaran jî ji dayîk dibin. Divê em piştgiriyê bidin hev. Em tenê aştiyê dixwazin. Ez weke dayîka gerîlayekî tirk, silavên xwe ji her kesî re dişînim.”


 


Fotograf – Kamera: Hulya ADIYAMAN


Werger: Koma Gulên Xatûn-FARQÎN


(ha/hp/xo)