Li zozanên Axçarê bi derketina rojê re jiyan despê dike…

08:44

Şehriban Aslan / JINHA


MÛŞ – Tevgera welatiynê Mûşê ya çuna zozanan despêkir. Zemzema qala jiyana li zozanan û tayîbetî jî serê sibê bi derketina  şaxên rojê re despêkirina jiyanê dike. Zemzema diyar kir kul i zozanan hem jiyan xweşe û li gel wê xweşiyê jî zoriyên wê jî hene. Zemzema da zanîn ku herî zêde jî serê sibê derketina rojê li ber dengê sitiranan dema ku we çavên xwe vedikin din ava wê xewa xweş ya li ber hewayê sivik westana xwe ji ser xwe avêtine.


Gundiyên gundên girêdayî Şaredariya Kizilagaçê weke her salê carekedinê berê xwe dan zozanên Axçarê û li wê konên xwe vedan. Li zozanên Axçarê jiyan beriya derketina rojê bi ronîbûna ruyê erdê re despêdike û êvaran jî bit ariya şevê re dawî dibe. Derketina zozanan ji despêka bûharê despêdike û bi dawîbûna demsala peyîzê jî bi dawî dibe. Zemzema Gun destnîşan kir ku bi qasî zorî û westandinê jî jiyana zozanan gelek xweşe. Zemzema derbirî ku ew salê 7 mehan ji jiyana bajaran dur, din ava bedewiya xwezayê ya herî delal de jiyan dikin.


‘Serê sibê bi ronahiya ruyê erdê ya despêkê re jiyana rojê despêdike’


Zemzema wiha qala serê sibê ronîbûna ruyê erdê û despêkirina jiyan li zozanan û berhemên ku ji ejalan digirin dike: “Ew şîrê ku ji ajalan bidest dixim, dikim mast, penîr, nîvişk û keşk. Dema ku ajal diçin çêroyê em bi gêzikê kum e ji giyayê hişk çêkiriye cihê şevê yê ajal lê di malin û pak dikin. Di despêka karê xwe yê rojane de ez di serî de şîrê kum in ji ajalan dotiye parzun dikim. Ez mastê xwe di meşêkên kum e ji çermê ajalan çêkiriye de dikeyêm. Di dema meşkê de dew û nîvişk ji hev cuda dibe. Em nîvişk cuda dikin û paşê jî wî dewî dikelînin dikin keşk.”


‘Bozdolaba me jî ax û ava zozanên mene’


Zemzema diyar kir ku ew nanê sêlê çêdikin û mêvanên tên li gel wan jî herî zêde nanê sêlê yê li wê tê çêkirin di ecibînin. Zemzema da zanîn ku dema ew serê sibê karê xwe di qedîne hinek ron û ar dixe nava hev ji wê re dibêjin mirtoxe çêdikin û serê sibeyan bi taştê ya xwe dixwin û wiha got: “Nanê ku em çêdikin mîrasek ji dema dapîrên me ji bom e maye. Mêvanên ku têne li gel me ji bo nanê min dibêje me ev tama nanê xweş li tu cihan nedîtiye. Ev jî min gelek şanaz dike.”


Zemzema destnîşan kir ku ew ji bo hemû xarinên xwe ax û avê weke bozdolab bikar dînin. Zemzema anî ziman ku ji bo xarinên wan ji germê xira nebin wan bozdolabên xwezayî ji bo xwe çêkirine û wiha domand: “Penîr, keşk û hemû berhemên me yên em ji şîr digirin ji bo xira nebe em dixin binê axê de. Xwarinên dinê jî em din ava av û axa sar de dihêlin ji bo xwarinê.” Zemzema her wiha derbirî ku ew li zozanan li gel karê xwe yê heyî giyayên ji bo xwarina zivistanê ya ajalên xwe jî kom dikin û wiha berdewam kir: “Em di dema kom kirina giya de jî jin û mêr din ava xwe de kar parvedikin. Cihên xwezaya wê duz be mêr bi tirpanê didirûn. Li cihên girûban jî jin bi dazê didirûn. Westana nava rojê jî bi dawîbûna rojê, dema tarî dikeve redê û em diçin hindirê kon de dest bi razanê dikin bi dawî dibe.”


 (zt)