'Li Mezopotamya yê hemû cudahî bi hev re nin û azadin'

10:20

 


Derya CEYLAN - Zehra DOGAN / JINHA


AMED – Ji bo lêkolînkirina cihên dîrokî û çanda herêmê jinên antropolog hatin Amedê. Jinên Antropolok diyar kirin ku ji bo jiyandina civakan çand û ziman du xalên gelek giringin. Ji Antropologên VU yên Zanîngiha Amsterdamê Dr. Edien Bartels got: “Ji ber gelên cuda li vê herêmê dijîn, di heman demê de din ava xwe de xwediyê tayîbetiyên cudane jî. Bêguman dibê ev cudahiyane bên jiyan kirin. Ev ji bo mirovahiyê ezmûnekî giringe. Li Mezopotamyayê bi şêweyekî pratîk jiyan kirina vêyekê min şanaz dike.”


Ji bo ji nêz de şopandina cihên dîrokî û çanda herêmê ji Zanîngihe Amsterdam VU ya li Payetexta Hollanda Amsterdamê Antropolag û di heman demê de Pspora Başurê Efrîqa Dr. Edîen Bartels û Dr. Lenie Brouwer herêm ziyaret kirin. Jinên Antropolog dan zanîn ku divê çandên cuda yên li herêmê tên jiyandin bên zêdekirin û giring bên dîtin.


‘Di dema Neolitikê de mirov di rewşa hilberînêdebûn’  


Edien destnîşan kir ku ji dema newlitik heta niha gelek guherîn hatine çêkirin û wiha got: “Di dema neolitikê de mêr bi nêçîrê û jin jî bi komkirina giya ve mijul dibûn û wiha jiyan xwe berdewam dikirin. Di wê demê de bi derbasbûna jiyan çandiniyê re guherînên mezin yên bi kok di jiyan mirovan de çêbûn. Çandiniyê agahiyên hilberîna zêde bi xwe re anîn. Mirov bi destê xwe hilberînê dikin, debara jiyana xwe dikin û li gel wê jî mirov ji bo hilberîna zêde hewil didin. Çandinî û hilberînê di jiyana neolitik ya civakî de jî guherîn çêkir.”


‘Di dema neolitikê de şoreşek ya jinê hat jiyandin’  


Edien anî ziman ku ew guherînên di sazumaniya civaka neolitik de hatine kirin giring dibîne û wiha domand: “Di çaxa neolitikê de di bin pêşengiya jinê de gelek karên giring û bi sud hatin kirin. Di dema neolitikê de mêr bi karê nêçîrê dikirin û jin jî bi karê komkirina giya û xwarinê ve mijul dibûn, bi vî awayî karparvekirinek din ava wan de hebû. Lê mixabin piştî wê şoreşê mêr dema derbazî karê çandinî û hilberînê dibe dest bi li karê pêş de cîhgirtinê dike. Bi vî awayî jin di paşde dimîne û li ser wan tundî despêdike.”


‘Şoreşa kul i Mezopotamya hatî jiyandin gelek bi wateye’


Edien bilêv kir ku di çaxa neolitikê de di bin pêşengiya jinê de şoreşek hat jiyan kirin, ev şoreş jî tenê li Mezopotamya pêşket û wiha pêde çu: “Ez wê şoreşa li Mezopotamya pêşketî gelek giring dibînim. Tuştên kul i vê derê hatîn jiyîn mirov dikare li Çînê jî bibîne. Li Çînê jî di heman dîrokê de çanda nêçîrê û berhevkariyê pêşketiye. Paşê jî derbazî çandiniyê bûne. Li Emerîkaya Latîn jî di heman dîrokê de derbazî çandiniyê bûne.”


‘Divê li herêmê şaristanî derkeve pêş’


Edien destnîşan kir ku vê herêmê ji şaristaniya kevnare re dergoşî kiriye, divê niha jî ew şaristanî derkeve pileya herî pêş. Edien derbirî k udi aliyê şaristanîbûnê de herêm xwediyê dewlemendiyek mezine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li herêmê di aliyê şaristaniyê de li hev nekirin mijarek ya xemginiyê ye. Lê ev herêm ji bo mirovahiyê ezmunekî giringe. Divê mirov cudahiyên hev bibîne û wan cudahiyan bi pejirîne. Divê ew cudahî bi hev re bijîn. Ev ji bo mirovahiyê ezmunek giring û mezine.”


‘Li fas ê jî gelê berber tekoşîna hebûna xwe didin’


Bijîşk Lenie Brouwer jî balkişand ser xebata ciwanên berberî û wiha got: “Berberên Fasê jî weke kurdan komên cuda dijîn. Berber jî gelekin ji boz iman, nasname û azadiya xwe tekoşînê didin.”


‘Gelê kurd jî weke gelê berber bi heverbûna wan bi kelecane’


Lenie anî ziman ku ew beşdarî hinek çalakiyên berberan bûye û bûye şahidê kelecana bi hevrebûna berberan û wiha domand: “Di salonên mezin de dayîk, zarok, pîrik, bapîr bi giştî her kes bi hev re di reqisin. Ez li Fas ê ketime nava hinek karên dewletê jî li aliyekê nivîsên erebî û li aliyê din jî nivîsên berberî hene. Vê eykê ez di astekî pir bilind de bi kelecan kir.” Lenie derbirî kul i Amedê jî heman kelecan jiyan kiriye.


 (zt)