Li ser sînorê Rojava jineke dinê jî hat qetilkirin!

11:12

JINHA


SERÊKANIYÊ- Leşkerên Tirk bi qasî sed metreyî ketin nava xaka Rojavayê Kurdistanê û gule li malbata ku dixwest li ser sînorê Serêkaniyê re dervazî Rihayê bibin  de gule barandin. Di encamê de vê carê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê jineke ereb hate kuştin û ciwanek jî birîndar kirin.


Leşkerên Tirk ên li ser sînorê herêmê û Rojavayê Kurdistanê bicih bûne, ku heta niha gelek caran bê pirs û îfade gelek welatî li ser sînor kuştin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 18'ê gulanê de jî jina bi navê Saada Darwîch dema ku bi bav û 2 zarokên xwe re derbasî Tirkiyeyê dibû leşkeran li ber çavê zarokên wê ew kuşt. Di heman şevê de zarokê bi navê Alî Ozdemîr ê ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê sînor derbas dikir ji aliyê leşkaran ve bi giranî hatibû birîndarkirin. Duh êvarê jî mora xwe avêtin binê bûyerek wiha hovane. Bûyer di navbera Serêkaniya ser xetê û bin xetê de derket.


Malbateke Ereb a ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê reviya û xwest xwe li Tirkiyeyê bigire, ket ser rêya ketnina nava Tirkiyê. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, leşkerên Tirk ên dengê malbata Ereb bihîstin, ji bo pêşî li wan bigirin sînor derbas kirin û bi qasî sed metreyî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.


Leşkerên ku pira kevin a Til Xelef derbas kirin, gule li malbata ji gundê Til Xelef ê li ser sînorê Tirkiyê reşandin û di encamê de jina bi navê Şuai Hisên El-Ubêd a 33 salî jiyana xwe ji dest da, Îsmaîl Mihemed Debûs jî birîndar bû.


Her wiha yek ji kesên ku birîndar ketiye destê leşkerên dewleta Tirk, di nexweşxaneyê de ye û nahêlin ku tu kes derbasî gel wî bibe.


(zt)