Tedawiya Zeynep Celaliyan tê asteng kirin
11:40
JINHA
KIRMANŞAN - Hat ragehandin ku girtiya siyasî ya Kurd, Zeyneb Celaliyan ku di girtîgeha navendî ya bajarê Kirmanşanê de tê ragirtin, ji çavên xwe rastî nexweşiya Nînokê hatiye. Rayedarên girtîgehê û dozgerê giştî yê bajarê Kirmanşanê jî rê nadin ku Zeyneb ji bo tedawiyê bibin nexweşxanê.
Zeyneb di sala 2007’ê de li bajarê Kirmanşanê ji aliyê pasarên Îranê ve hat binçav kirin û ji derveyî çend caran mafê wê yê ku bi malbata xwe re hevdîtinan bike nîne. Zeyîneb gelek çaran rastî bêmafiyên girtîgihê û îskenceyên giran hatiye. Ji ber di dema îskenceyê de derbeyên ji serê xwe girtî bandor li ser çavnê wê kiriye. Niha di çavên wê de nexweşî derketine û her ku diçe ronahiya çavê wê kêm dibe. Dadgeha bajarê Kirmanşanê, berê bi tawana ‘’şerê bi xwedê re’’ û endamtiya di Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de hukmê darve kirinê jêre birî. Lê di dadgeha pêdeçûnê de hukmê wê vegerandin cezayê muebetê. Heta niha rayedarên dozgeriyê sedema nepejirandina emeliyata wê ranegehandine.
Li gor zanyariyan perçeyeke goşt sipîka çavên Zeyneb dagirtiye û ger berdewam be dê bînahiya wê şêlû bike. Li gor çavkaniyên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, bijîşkê girtîgehê gotiye: “Nexweşiya Zeyneb, nênok e” û ragehandiye ku bi emeliyatê û melhemên taybetî nexweşî çareser dibe. Lê dozgerê giştî yê bajarê Kirmanşanê rê nade wê li nexweşxaneyên derveyî girtîgehê bê tedawî kirin.
(zt)

