Ji ber keçek evîndar bûye serê wê bi kêrê hat jêkirin
11:56
JINHA
KIRMANŞAN - Li bajaroka Kengawer a girêdayî bajarê Kirmanşanê welatiyê bi navê Kerem Nevîdî serê keça xwe ya bi navê Atife Nevîdî ya 18 salî bi kêrê jêkiriye. Dema ku diya Atife xwestiye wê bi parêze ji aliyê hevserê xwe ve hatiye birîndar kirin.
Atife Nevîdî xwendekara pola duyam a dibistana amadeyiye. Sedema kuştina wê ser namûsê û hezkirina ji ciwanekî bû. Kerem Nevîdî dema ku hînbûye keça wî Atife ji ciwanekê hes dike hêrsbûye û bi kêrê serê keça xwe jê kiriye. Heta niha cenazeyê Atife li morga nexweşxaneya bajarê Kirmanşanê tê ragirtin. Kerem Nevîdî jî piştî bûyerê hat girtin.
Hat zanîn ku di dema bûyerê de dayika Atife xwestiye keça xwe biparêze, lê ji aliyê hevserê xwe ve bi kêrê hatiye birîndar kirin û niha di nexweşxaneyê de tê ragirtin.
(zt)

