Li Dêrsimê amadekariyên 8’ê Adarê dest pê kir

16:30

 DÊRSIM – DOKH'ê li Navenda Jiyanê ya Jinan a Dêrsimê der barê mîtînga 8'ê Adarê de civîna çapemeniyê pêk anî. Di civinê de aktîvista DOKH'ê Necla Kilic, diyar kir ku ew dê îsal pîrozbaliyên 8'ê Adarê diyarî 3 siyasetmedarên jin bikin.


 


Hevparên Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê, banga tevlibûna mîtîngê kir. DOKH'ê li Navenda Jiyanê ya Jinan a Dêrsîmê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civinê de aktîvista DOKH'ê Necla Kilic, da zanîn ku ew dê îsal pîrozbaliyên 8'ê Adarê diyarî 3 siyasetmedar jin bikin. Kiliç, diyar kir ku ew dê li Dêrsimê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji komkujiyê re bes e" û "Ji Rosayan heta Sakineyan soza we soza me û rêya we rêya me ye" mîtîngê pêk bînin û wiha axivî: "Em dê li dijî zayendiparêzî, nijadperestî û îslama siyasi azadiya jinê bixwazin. Em dê îsal bi tevlibûn û biryarek hîn xurttir 8'ê Adarê pîroz bikin. Em dê li navenda Dêrsimê, navçeyên Pertek, Mazgirt, Pilûr û Xozatê ji bo 8'ê Adarê civînên gel pêk bînin."


 


 (la)