Li Hewlêrê Festîfala Navnetewiya Sînemayê

12:24

JINHA


HEWLÊR – Lijneya  Amadekar a Festîvala Navnetewî ya Sînemaya Hewlêrê bernameya kar û çalakiyên xwe di civîneke çapemeniyê de diyar kirin. Narîn Hesen di derbarê bernameya festîfalê de agahî de û got: ‘‘Fîlm dê li holên Mega Mall û Family Mall û Empayer bêne nîşan dan û her fîlmek dê sê caran were pêşan dan, da herkesek bikare wan temaşe bibin. Dinava fîlman de 26 kurte film hene û ji wan 8 kurte film Kurdî ne.”  


Lijneya  Amadekar a Festîvala Navnetewî ya Sînemaya Hewlêrê bernameya kar û çalakiyên xwe di civîneke çapemeniyê de diyar kirin. Civîna çapemeniyê li Hotel Dîwan a Hewlêrê hat li darxistin. Rêveberê Festhivalê Nasir Hesen got: ‘‘Sazkirina vê festîvalê dikeve çarçoveya kar û çalakiyên paytextbûna Hewlêrê wek paytexta geştyarî ya welatên Erebî û  ji 30.05 heta 03.06.2014’ê berdewam dike, herwiha nêzîka. 150 hunermend, sînemakar, derhêner û rewşenbîrên navxwe û biyanî beşdar dibin û yekem roj jî li hola mamoste Seid Ebdula tê pêşkêşkirin.” 


Narin destnîşan kir ku dê di roja yekem ya festîfalê de ji bo hunermendên di hunerê de xwedî kedeke giringin agahî bên dayîn û dê rojekê jî ji bo eleqeya bi mêvanan re bê veqetandin ji ber li gorî salên borî mêvanên îsal gelek zêdene.


Nasir Hesen da zanîn ku biryar bû festîval di 05.05.2014’ê de bê saz kirin lê ji ber hinek sedemê taybetî bo 30.05.2014’ê hate guhertin û wiha axifî: ‘‘Fîlm dê li holên Mega Mall û Family Mall û Empayer bêne nîşan dan û her fîlmek dê sê caran were pêşan dan, da herkesek bikare wan temaşe bibin. Dinava fîlman de 26 kurte film hene û ji wan 8 kurte film Kurdî ne.”  


Narîn derbarê girîngiya festivala fîlman a Hewlêrê de got: ‘‘Girîngî ne pêşandana fîlman û beşdariya sînemakaran e, lê beşdarbûna çendîn kesên bi ezmûne ku em dikarîn di paşerojê de sûdê ji wan werbigirin’’. 


Narîn diyar kir ku mesrefa fesîvalê ji aliyê çend şîrketên taybet ve tê kirin. Narîn derbirî ku ji ber pirsgirêkên maddî di festîvalê de kesek naye xelatkirin. Narîn anî ziman ku Ji beşdarbûna zêde ya hemwelatiyan jî  ew hewl didin heqê bilêdan ji 10 hezaran kêmtir bikin.


(zt)