Dê ÎHD şopdarê doza jina ku rastî tecawizê hat be

13:05

Sarya GOZUOGLU / JINHA


AMED - Bêyî ku li pêşiya êrîşên zayendî yên li ser zarok û jinan bê girtin, her roja ku der bas dibe bûyeke nû derdikeve holê. Bi taybetî şerê ku li Rojhilata Navîn tê meşandin, herî zêde jin û zarokan mexdur dike. Jinên ku koçî Tirkiyeyê dikin jî, bi bûyerên tecawiz û qetilkirinê re rû bi rû dimîn in.


Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Hatîce Demîr der barê jina bi navê N.M a 22 salî ya rojavayî, ku rastî tecawiza zilamê bi navê O.T ê 42 salî hat, axivî. Hatîce diyar kir ku jina ciwan a bi navê N.M 6 mehan bi darê zorê ji aliyê xêzmê xwe O.T ve hatiye revandin û wiha got: “O.T bi darê zorê jina rojavayî li Sêwrek girtiye û ji bo negihije malbata xwe jî dest daniye ser telefona wê. Di vê pêvajoyê de bersûc tim tecawizê jinan ciwan kiriye. Ji bo ku bersûc tecawizê meşrû bike, bi mehra mela zewaceke bi sexte çêkiriye. Ji xwe tê zanîn bêyî ku cuzdana zewacê bê dîtin, mehra mela kirin jî bi serê xwe sûce. Ji ber vê yek mela jî sûcdare. Ji ber em ê der barê mela de jî serlêdana sûc bikin.” 


‘Tirsa qetilkirin û revandinê li ser jina ciwan heye’


Parêzar Hatîce der barê jina ciwan a ku hatibû ragirtin de wiha axivî: “Jina ciwan bi tirkî nizane. Ji ber şerê li Sûriyeyê bi malbata xwe re reviyaye û li Amedê bi cih bûye. Tirsa qetilkirin û revadinê li ser jina ciwana heye. Hîna jî malbata jina ciwan bi mirinê tên tedhîd kirin. Ji ber ku ewlehiya canê wan tunebû, malbat veriya Rojava.”


‘Divê rastiya bersuc derkeve holê’


Pr. Hatîce Demîr dest nîşan kir ku hîna jî jina ciwan tê tehdît kirin û wiha bi dawî anî: “Ji ber vê yekê muwekîl nikare bê Tirkiyeyê û beşdarî dadgehê bibe. Ji bo ku ev tehdît bên ber alîkirin, ji dadgeha Amedê bixwazin ku bi rêya talîmatê ifadeya mexdur bê girtin. Bi vî awayî dê bersûc were pêşberî jina ciwan û rastiya bersûc der bikeve holê.”


Hatîce da zanîn ku dê şopdarê dozêbin.


(zt)