BDP êrîşên ser partiya xwe şermezar kirin
13:50
JINHA
AMED – Li Amedê hinek malabatan bi hinceta ku PKK’ê zarokên wan revandine, kon vedane. Heman malbatan bi alkariya hinek koman ser Navenda BDP’ê ya Amedê de girtin û êrîşî ser rêveberên BDP’ê kirin. Girêdayî mijarê ji aliyê endamên BDP’ê ve li ber derê avahiya BDP’ê daxuyaniyek hat dayîn. Cîgirê Hevserokê Navenda BDP’ê ya Amedê Eşref Mehmetoglu daxuyanî da û got: “Divê dost û dijmin her kes bizanin ku tevlîbûna gerilla tu peyîwendî bi durbûn û nêzbûna partiya me venîne. Ji ber PKK tevgerek gel ya 40 saliye di Rojhilata Navîn de tekoşînê dike. Divê AKP jî dest ji van lîstokan berde.”
Li Amedê hinek malabatan bi hinceta ku PKK’ê zarokên wan revandine, ev hefteyeke li ber derê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê kon vedane. Îro di saetên serê sibê de li gel polîsan êrîşî Navenda BDP’ê ya Amedê kirin. Bi alîkariya hinek koman êrîşî ser endam û rêveberên BDP’ê kirin. Girêdayî bûyera ku hat jiyankirin endam û rêveberên BDP’ê li ber avahiya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Cîgirê Hevserokê Navenda BDP’ê ya Amedê Eşref Mehmetoglu daxuyanî da û wiha got: “Li herêmê 40 sale şerek heye. Berpirsên vî şerî jî dewlet û hikumeta AKP’ê ya ku niha li ser deshilatiyê ye. AKP hewil dide pêvajoya ku ji aliyê Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin têk bibin. Li gel hemû niyetên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiya gelê kurd yên baş û hewildanên wan yên ji bo aştiyê jî dewlet û hikumeta AKP’ê di berdewamkirina şer de îsrar didin.”
‘Bi nûçeyên derew û reşkirinê êrîşî me dikin’
Eşref balkişand ser êrîşên ser navenda wan û wiha berdewam kir: “Hikumeta AKP’ê hem qereqolan çêdikin û hem jî êrîşî ser avahiya me dikin. Niha jî bi hezaran polîsên wan û wesayîtên wan yên zirxî li ber derê avahiya me kombûne. Bi nûçeyên derew û reşkirinê êrîşî me dikin. Lê bi hemû polîtîkayên xwe yên reşkirinê jî nikarin tuştekê bikin. Ji ber girêdanekî bê hempa din ava vî gelî û partiya wan de çêbûye.”
‘AKP malbatan tehrîk dikin’
Eşref wiha domand: “Divê dost û dijmin her kes bizanin ku tevlîbûna gerilla tu peyîwendî bi durbûn û nêzbûna partiya me venîne. Ji ber PKK tevgerek gel ya 40 saliye di Rojhilata Navîn de tekoşînê dike. Divê AKP jî dest ji van lîstokan berde.”
(zt)

