Ji Kader heta Dunya qetilkirina ‘zarokên buk’ berdewame

15:30

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Hişmendiya qetilkirina ‘zarokên buk’ li her derê hemane. Piştî qetilkirina Kader Ertena 14 salî niha jî qetilkirina Dunyaya 15 salî. Lê hişmendiya mêran bi qetilkirina zarokên buk jinan ji nû ev şiyar dikin. Her ku qetilkirinek wiha dikin hêrsa jinan ya li hemberî xwe zêde dikin.


Di 12’ê çileyê de Kader Erten a 14 salî li navçeya Xisxêr ya Sêrtê di mala xwe de kuştî hat dîtin. Kader di 12 saliya xwe de zewicî, di 13 saliya xwe de bû dayîk û di 14 saliya xwede jî hat qetilkirin. Di 23’ê yê gulanê de jî Dunya Hesen ya 15 salî jî li navçeya kelekçi ya Duhokê ji aliyê hevserê xwe ve bi îskenceyê hat qetilkirin. Dunya zarokek biçuk bû û bi serhewî hat zewicandin. Hevserê wê xwedî hevser û 6 zarokên wî hebûn. Ji bo keyîfa xwe xwestibû li gel Dunya bizewice. Dunya bi qasî zarokên wî yê ku pêre zewiciye. Ji xwe temenê Dunya 15 salî û yê hevserê wê jî 45 saliye. Di dawiyê de dema ku rojekê tê malê her du hevserên wî şer dikin bêyî ku bipirse hema hevsera xwe ya biçuk digire û bi hêrs li wê dixe. Heta ku Dunya dikuje û paşê jî laşê wê parçe dike. Ev dide diyar kirin kul i her derê pergala êrîşkar ya mêran li hembarî jinan hemane.


‘Divê despêkê ew melayê mehra Dunya biriyî bê darezandin’


Piştî qetilkirina Kader Erten ji aliyê saziyên jinan ve nerazîbûn û xwepêşandan demdirêj hatin çêkirin. Niha jî saziyên jinan ji bo Dunya Hesen jî bi heman awayî rabûne ser piyan û bi çalakî û xwepêşandanên xwe nerazîbûnên xwe yên li hemberî bûyerên hovane yên ser zarokên bûk tînin ziman. Bi tayîbetî jî li Herêma Federala Kurdistanê rêxistinên jinan û saziyên sivîl rabûne ser piyan. Saziyên Oli yên Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê qetilkirina bi awayekî hovane ya Dunya şermezar kirin û gotin: “Divê lêkolîn û lêpirsîneke hûr û cidî derheqa wan hemû kesan de bê kirin ku li pişt wî karê hovane û dirindane ne, ew keçika temen 15 salî dane ser hewiyê û li kesekî gelekî ji wê mezintir mehr kirine, herwiha divê ew melayê ku ew keç jî mehr kiriye were mehkeme kirin û hemû kesên tawanbar cezayê xwe werbigirin daku careke din tiştekî wiha dubare nebe.”   


Dayîka Dunya Suham Hesen jî diyar kir ku her dem di navbera keça wê Dunya û zavayê wê de pirsgirêk hebûn û her dem şer dikirin. Suham anî ziman ku ji xwe keça wê bi awayekî fermî û bi mehra fermî li gel wî mêrî nehatiye zewicandin, tenê bi mehre malayekê hatiye zewicandin.


Li Duhokê rêxistinên jinan ber bi dadgehê ve dimeşin


Îro jî li bajarê Duhokê ji bo qetilkirina Dunya karkeran dest ji karê xwe berdan û daketin nava bajêr. Her wiha ji aliyê rêxistinên jinan û saziyên sivîl ve bi armanca şermezarkirina qetilkirina Dunya meşek hat li darxistin. Meşê ji ber peykerê Ehmedê Xanî despêkir. Hat zanîn ku dê meş heta ber derê Dadgeha Duhokê berdewam bike. Dê di dawiya meşê de daxuyaniyek ji bo lêkolînkirina bûyerê ji aliyê dadgehê ve bê dayîn.


(zt)