Bêrîvana ciwan li Koln ê bû seroka şaredariyê

19:18

JINHA


KOLN - Di 25’ê Gulanê de li Elmanyayê hilbijartinên şaredarî û meclisên bajaran hatin kirin. Di hilbijartinên şaredêrî û meclîsa bajêr de nemzetek jin a ciwan ya Kurd jî hebû. Li bajarê Koln yê herêma Nord Rhein ya welatê Elmanya hemwelatî ji bo Parlamentoya Ewropa, Meclîsa Bajêr û şarederiyên navçeyan çûn ser sindoqên dengdanê û dengê xwe dan nemzet û partiyên xwe.


Di hilbijartinên şaredariya Koln ê de nemzeta Kurd ’Bêrîvan Aymez’ jî hebû û bi rêjeyeke baş serkeftineka dîrokî bidest xist. Wek di ragehandina giştî ya derencamên hilbijartinan de eşkere bû, Bêrîvana bû seroka şaredariya navçeya Mulhem a bajarê Koln ê.


Bêrîvan Aymaz ji sala 2009’ê ve endama Partiya Keskane û endameka aktîv a desteya birêveber a Partiya Keskane li Koln ê. Bêrîvan sala 1972’an li Bajarê Çewlikê yê herêmê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ji sala 1978’ê li taxa Mihele ya bajarê Koln yê Elmanyayê dijî.


Wê di sala 2008’ê de li Zanîngeha Duisburg - Essen xwendina xwe ya Siyasetê qedandiye. Di gelek saziyan de kar kiriye. Bêrîvan û partiya ku jê ketiye hilbijartinan ev duruşme bi karaniye: ‘‘Ji bo şaredariyeke demokratik û beşdarger denge xwe bidin Partiya Keskan’‘ bû.


(zt)