Şaredariya Wanê xebatnê tekoşîna li dijî şidetê pêşdixin

08:53

Berivan SUMER / JINHA


WAN – Li Wanê xebatek bi navê “Li Navenda Wanê  lêkolîna diyar kirina kesên di malan de şidetê dikin” hatiye despêkirin û di biniya Şaredariya Wanê de xebatên xwe bi rê ve dibin. Damezrêner û rêvebera projeyê Civaknas Ceylan Tîmur diyar kir ku aliyê dinê yê pêşîlêgirtina şidetê jî di malê de rewşa jinan derxistina pêşe.


Ji bo li Wanê şideta ser jinan bê dîtin û pêşî lê bê girtin dest bi projeya “Li Navenda Wanê Lêkolîna diyar kirina kesên di malan de şidetê dikin” hatiye kirin. Ev xebat saleke hatiye despêkirin û di biniya şaredariyê de xebatên xwe berdewam dike. Damezrêner û rêvebera projeyê Civaknas Ceylan Tîmur da zanîn ku ev ji bo xebatên wanyên di vê çarçovê de despêkeke. Ceylan destnîşan kir ku heta niha wan bi gelek malbatan re hevdîtin kirine. Ceylan derbirî ku di van aliyan de malbat hêviyên xwe yên ji bo şaredariyê tînin ziman.


‘Ji bo mekanîzmeya şideta ser jinan di hindirê malbatan de derkeve holê’


Ceylan weke civaknas di Şaredariya Wanê de dixebite. Ceylan anî ziman ku heta niha li Tirkiyê û tevahiya cîhanê gelek xebat girêdayî şideta ser jinan hatine kirin, lê weke xebatek ji bo diyarkirina kesên din ava malbatan de şidetê dikin ev xebatek nûye. Ceylan anî ziman ku ev xebat ji yên dinê zêdetir tayîbete û wiha got: “Dema ku ewe şaredaarî ji bo rakirina şideta heyî xebatên cuda neyên kirin dê xebatên şaredariyê jî li hewa bimînin. Ji bo wê jî divê xebatek yê lingê wê li erdê bê kirin. Ji ber din ava tovika civakê malbatê de deshilatî û çewisandina jinan pêşketiye. Din ava malbatan de endamên ku şidetê dikin divê bên diyarkirin û zanîn.”


‘Divê cihê jinan yê din ava malê de bê zanîn û pejirandin’


Ceylan balkişand ser xebatên xwe yên ji bo diyar kirina kesên din ava malan de şidetê dekin û wiha domand: “Erê di nava malê de mêrek heye, lê malbat, dayîk û bavên wî mêrî jî hene. Em hewil didin ku rolê her kesê din ava malbatê de bidin nîşandan û mêrê şidetkar jî bidin diyar kirin. Malbatên li herêmê dijîn di van mijaran de hêviyên wan ji rêveberiyên herêmi hene.”


‘Şidet çawan tê hînkirin divê bê zanîn’


Ceylan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li gorî otorîteya cîhanê diyar kirî du kategorî hene. Yek ji van alîkarî dayîna mexdurên şidetêye. Ya duyem jî jin û mêr çawan li şidetê dinêrin, sedemên derketina şidetê çiye û şidet kar dê çawan bên diyar kirin.” Ceyîlan bilêv kir ku wan bi vê xebata xwe gelek şêweyên şidetê dîtin û dê xebatên xwe berdewam bikin.


 (zt)