Nexweşa girtî Besê Ozer nayê tedawî kirin

09:54

Nurcan YALÇIN / JINHA


AMED –Dayîka girtiya siyasi ya PAJK’ê Besê Ozer ya ku muebet girtiye û ev 18 salin di girtîgihê de Erzixan Ozer got: “Nexweşiyên anomî, masulke û mîde bi keça min re hene. Ji ber nexweşiyên xwe di dema regilbûnê de weke ku ji ser xwe diçe pir xira dibe. Keça min nabin nexweşxanê. Wan terkî mirinê kirine.”


Ji ber nexweşiyên giran û nebûna tewadiyê li girtîgihan, darbest derdikevin lê hîna berpirs ji vê rewşê bêdengin. Li gora hejmara ÎHD’ê di girtîgehên Tirkiyê de herî kêm 600 girtiyên nexweş hene. Ji wan jî rewşa 200 girtiyan gelek girane û li ser sînorê mirinêne. Ji sala 1997’an heta 2013’an bi girştî di girtîgihan de 3 hezar û 23 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Mirin adi girtîgihan de lig ora ya civakê 4 qat zêdetire. Yek ji wan girtiyên nexweş jî Besê Ozer e. Besê di sala 1978’an de li navçeya Lîcê ya Amedê hatiye dinê. Di girtîgihê de rastî cezayê muebetê hatiye. Ev 18 salin di girtîgihê de dimîne. Bi Besê re nexweşiyên weke anemî, masulke û mîde hene. Dayîka Besê Erzîhan Ozer ya 65 salî wiha got: “Ji ber naxweşiya anemiyê her ku keça min regil dibe di rewşeke pir xirab de dimîne. Di wê demê de divê hefteyekê bê tedawîkirin. Lê ji ber nayê tedawîkirin weke ji ser hişê xwe diçe û wiha di rewşek bê hal de dimîne.”


‘Keça min nexweşe lê tedawî nayê kirin’


Diya Besê Erzixan diyar kir ku di sala 1995’an de keça wê tevlî nava PKK’ê bûye û wiha domand: “4 keçên min hene. Hîna zarokên min biçuk bûn hevserê min mir. Min bi tena serê xwe li zarokên xwe nêrî û hemû mezin kirin. Keça min ya mezin Jiyan di sala 1994’an de ji zanîngihê tevlî nava PKK’ê bû. Paşê di sala 1995’an de yanî salek paşê keça min Besê tevlî nava PKK’ê bû. Min demekê ji wan agahî negirt. Piştî 6 mehan rojekê Besê li derî xist. Hevalên wê ji bo tedawiyê wê şandine malê. 6 mehan di mal de tedawî bû. Paşê şikayêta wê hat kirin. Keça min hat girtin, ji sala 1996’an heta niha keça min di girtîgihêdene. Niha jî sirgunî girtîgiha Gebze ya Stenbolê kirine. Besê nexweşe û nayê tedawîkirin.”


‘Jiyana min tevahî li ber derê girtîgehan derbazbû’


Erzixan da zanîn ku ji 4 keçên wê 3 tevlî nava PKK’ê bûn û wiha berdewam kir: “Keça min ya mezin Jiyan 3 sal li gerilla ma. Paşê jî li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di şerekê de jiyan xwe ji dest da. Piştî 15 salan min hestiyên keça xwe jiyan di gorek komî de dît û anî li Amedê sipart axê. Keça min ya dinê Nagihan jî dema ku li Edeneyê di xwend başdarî nava rêxistinên xwendekaran bû û ji ber wê ew jî hatibû girtin. Dema ku hat girtin 16 salî bû û 7 salan di girtîgehê de ma. Di salên derbasbûyî de derket. Lê cardin jêre ceza hat. Ji bo dubare nekeve girtîgehê derket Ewrupa. Ji ber zarokên min di nava rêxistinê de cih girtin, em jî her dem dibin çavdêriya polîsandebûn. Her dem mala me dibe mexdurê serdegirtinên polîsan. Ev 25 sale ez diçim ber derê girtîgehan û têm. Lê ji ber Besê birine Gebze, ez nikarim biçim li wê. Bi van sîrgunan bi qasî Besê me jî ceza dikin. Dema ku Besê li Midyadê girtîbû her hefte diçum hevdîtina wê. Niha ji bo biçim Stenbol ne ewqs dahata min û ne jî hêza min heye. Ji dema Besê birine Stenbol heta niha tenê carekê çume hevdîtina wê. Ew jî du sal berî nihabû.”


‘Li hembarî bişaftinê serê xwe rakir’


Xwişka Besê Zeynep Ozdemir jî got: “Di dema herî şidet û tundiya dewletê zêde de li Lîcê 3 xwişkên min li hemberî wê zordariyê serî rakirin. Di wan deman de ma gelek zorî dît. Ji berk u xwişkên min di xwendin di ferqa her tuştîdebûn. Xwişkên min li hemberî bişaftina demdirê ser kurdan tê meşandin serî hildan. Her dem kalikê me ji bom e di got: ‘Hun neviyê Şêx Said û Leyla Qasimin.’ Her dem kalikê me b ime re kurdî di payîvî û ji bom e di got: ‘Tirkî ne peyîvin, ew ne zimanê weye.’ Ji ber wê jî dema kum e dest bi dibistanê ne kirî me tirkî ne dizanî. Ji ber wê jî em di ferqa wan kirinên wê demê û bişaftina heyîdebûn. Ji ber her dem me ji bo bidestxistina nasnameya xwe tekoşîn kiriye, ji bo wê jî em her dem hatine ceza kirin.”


‘Nexweşên li ber sînorê mirinê hene’


Zeynep anî ziman ku tedawiya girtiyên nexwş nayê kirin û ji aliyê hikumetê ve tu gav nayê avêtin û wiha pêde çu: “Besê jî nexweşe û nayê tedawî kirin. Di dema regilbûnê de ji ber nexweşiyên wê yên dinê hene weke bê hişan dibe. Hevalên wê di wan rewşan de hewil didin ku bi derfetên xwe Besê di girtîgehê de li Besê dinêrin. Lê bijîşk dibêjin divê Besê bê tedawîkirin. Pêvajoya aştiyê heye lê di aliyê hikumetê de tu gav nayê avêtin. Heger hikumet dixwaze gavekê bi avêjin divê despêkê girtiyên nexweş serbest berdin. Niha çend girtiyên ji doza KCK’ê berdan dê bêjin ‘me gav avêtiye.’ Lê ev ne çareseriye. Divê demek ji ya dinê zutir di vana liyan de gavek bê avêtin.”


 (zt)