Di parastina çand û zimanê kurdî de rolekî giring yê bexşi yan heye

10:26

 


Zehra TUNÇ/JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Li hinek deverên girêdayî bajarê Xoresanê şêweyê jiyana mirovên bi navê Bexşî tên nasîn gelek li pêşe û weke çandeke kevnare tê parastin. Bexşî bi sitranên xwe û şêweyê jiyana xwe bûne parêzvanên giring yên parastina ziman û çanda kurdî. Hinek sitranên bexşî dibêjin wihane: “Lû, Newayî, Koroxlî, Xuce Lure, Şahsiyar, Sekîne, Salarme, Atamrgan û Perî Can.”


Li bajarê Xorasanê yê Rojhilatê Kurdistanê  hinek komên ku sitiranbêj yên bi navên “Bexşî” yan jî ”Aşiq” tên nasîn hene. Ew Bexşî gund bi gunde digerin û stranên resen dibêjin, wan bexşiyan beşeke girîng a ziman û çanda Kurdî parastine. Lê wek hunermend nayên dîtin. Ji derveyî gotina stranan û li darxistin şahiyan, bexşiyan dîrok û çanda Kurdî ji Kurdên Xorasanê re digotin. Berê de zêdetir ew dihatin guhdar kirin û hejmara wan jî zêdebûn. Heta beşeke mezin ji xwecihên Xorasanê bexşîbûn. Herwiha hinek ji sitiran û çîrokên ku Aşiq û Bexşî li Xorasanê dibêjin wihane: “Lû, Newayî, Koroxlî, Xuce Lure, Şahsiyar, Sekîne, Salarme, Atamrgan û Perî Can.” Her yek ji van sitiranan xwediyê dîrok û çîrokekî kevnarene.


Bi sitiran gotinê ziman û çanda kurdî parastine


Yek ji siritanên bexşî dibêjin “Lû û Hespê Darî” ye li gorî lêkolînan dîroka vê sitiranên pir kevne. Beriya mîladê bi salên demdirêj ev sitiran û gelek sitiranên nîna vê hatine gotin. Bexşî yan jî Aşiq Kurdên berî serdema Îslamê li navçeyên rojavayê Îranê dijiyan û bi rêya Hore û stranan zimanê Kurdî parastine. Bexşiyan bi wî awayê sitiran gotinê ziman û çanda kurdî gihandine serdema Sefewiyan. Ew pêvajo weke dîroka modern a Kurdên Xorasanê tê naskirin. Dîroka bexşiyan pir kevnareye. Di hinek serdeman de rolên wan yên sereke derketine. Lê her dem hene û xwe dane jiyan kirin.


Şêweyê jiyana bexşiyan derwêşiye


Gotina Aşiq  nêzî gotinên weke Aşîk, Eşuk û Uşu ye di heman demê de tê wateya mêrê pîroz. Şêweyê jiyana jî hinek dişibe ya derwêşên wan serdeman. Ji xwe tayîbetî li aliyê Rojhilat derdora Îranê çanda derwêşan pir dewlemendbû. Niha nêzî 30 malbatên bexşî li gundê Hename yê girêdayî Xorasanê dimînin. Ew malbat bi tevahî weke yek malbatê wiha nêzî hev û bi hev re dijîn. Hemû jî ji hoza Kîkanlo ya kurdane. Ew malbat ji demên pir kevin ji dema kalikên xwe heta niha karê wan gotina stranan e. Di demên pir kevin de tu pîrozbahî, cejin û şahiyek bêyî Bexş û Aşiqan ne dihat li darxistin. Di cejnên weke Newroz, Zorbazî, Xele û Xerman de, her dem gotinên xweşî, şahî û dîlanan gotine.


Amêrên Bexşiyan yên muzîkê yên weke zêdetir Zirne (Pîq), Quşme, Kemançe, Dehol û Zereb bûye. Yek ji navdartirîn Bexşiyên Sîrwanê jî Remezan Elî Ezîz bû ku mamosteyê zirna û kemençe û daholê bû herwiha bi dîlana Kurdî dihat naskirin. Niyaz Elî Roşne jî yek ji bexşiyê navdar bû, ew mamosteyê kemença Îranê bû, li gel van karan bexşiyan helbest di nivîsîn û di gotin. Bexşî bi şêweyê jiyana derwêşî û çanda xwezayî jiyan dikin. Bexşî hewil didin jiyana xwe berdewam bikin û din ava werçerxana dem de neyên bişaftin.


(zt)