Li ber Ediliyeyê bi dar û beran jinek hat qetilkirin
11:00
JINHA
LAHOR – Li Pakîstanê jina 30 salî bi hinceta bi dilê xwe li gel mêrekê zewiciye ji aliyê malbata xwe ve bi li ber derê ediliyeyê bi dar û beran hat qetilkirin.
Li bajarê Lahor yê rojavayê Pakietanê jina bi navê Ferzana Bibi ya 30 salî çend meh berê bi daxwaza xwe li gel Muhemmed Îkbal zewicîbû. Lê malbata wê dixwest ew li gel ciwanekî xizmê xwe bizewice. Bavê Farzana bi hinceta Muhammed keça wî revandiye şikayet kir. Li ser şikayetê dema ku Farzana û hevserê xwe çun dadgihê rastî êrîşa qasî 20 kesan ya malbata xwe hat. Êrîşkaran bi dar û beran êrîşî wan kirin. Ji ber Farzana ji serê xwe derbeyên giran girt li cihê bûyerê jiyan xwe ji dest da. Muhammed Îkbal ji bûyerê felitî.
Ji derveyî bavê Farzana hemû êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan, lê bavê wê teslîmî polîsan bû.
Li Pakistanê her sal nêzî hezar jinan ji aliyê malbatên xwe ve tên qetilkirin.
(zt)

