Gelê Farqînê ji çêkirina kalekolan re dibêjin ‘raweste’
11:48
Bêrîtan ELYAKUT / JINHA
AMED – Salek zêdetir ser pêvajoya diyalogan ya di Newroza Amedê ya 2013’an de ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin re derbaz bû, lê heta niha tu gav ji aliyê hikumeta AKP’ê ve nahatiya avêtin. Li her derê dest bi çêkirina kalekolan dikin. Ev rewşa hikumetê rastî bertekên tund yên jinan hat. Endama Meclisa Jinên BDP’ê ya Farqînê Hulya Biçen diyar kir ku ewê weke jinên kurd li hemberî çêkirina kalekolan bi her awayî li ber xwe bidin û got: “Bê xwestin emê çadiran vedin û têde razin. Bê xwestin emê bi rojan li ser vê erêdê rakevin. Lê emê desturê nedin ku xweza û daristanên me bên qetilkirin.”
Salek zêdetir ser pêvajoya diyalogan ya di Newroza Amedê ya 2013’an de ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin re derbaz bû, lê heta niha tu gav ji aliyê dewletê û hikumeta AKP’ê ve nahatiya avêtin. Berevajî di aliyê nerênî de pêvajo bandor kirine. Di dema paşdekişana HPG yiyan de cihên ku vale mane kalekolan têde çêdikin. Endama Meclisa Jinên BDP’ê ya Farqînê Hulya Biçen û Rêvebera Navçeya BDP’ê ya Farqînê Narîn Çapan polîtîkayên dewletê û çêkirina kalekolan nirxandin. Rêvebera Navçeya BDP’ê ya Farqînê Narîn Çapan da zanîn ku li herêmê bi qasî 800 kalekolan çêdikin. Narîn destnîşan kir ku armanca wan ya çêkirina kalekolan ji bo sabûtekirina pêvajoya çareseriyêye.
‘Sedemek sereke yê çêkirina kalekolan bi dawîkirina pêvajoyêye’
Narîn derbirî ku armanca sereke ya çêkirina kalekolan û wiha got: “Çêkirina kalekolan tê wateya bidawîkirina pêvajoya muzakereyan û despêkirina şer. Dê xweza bi zêdeyî bê talan kirin û qetilkirin. Ev 40 salin ji xwe xwezaya Kurdistanê wêran dikin û di qedînin.” Marîn diyar kir kul i Lîce Farqîn û gelek cihan dest bi avakirina kalekolan kirine. Narîn da zanîn ku dê li hemberî van çêkirinên kalekolan tekoşîna xwe berdewam bikin.
‘Polîtîkaya AKP’ê ya nû bira li hemberî hev rakirin û hev tune kirine’
Narîn anî ziman ku li hemberî pêvajoya diyalogan ya di Newroza Amedê ya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin AKP ‘polîtîkayek dirutiyê’ dimeşîne û wiha domand: “Di çavê gel de çêkirina kalekolan ne guherîna polîtîkaya 40 salane. Dê cardin ew cihê girit, îskence, mêtîngerî, tunekirin, di bin çavan de windakirin û hilweşandinê derkeve pêşiya me. Em dibînin çawan çiyayên Kurdistanê yên azad digirin bin destê xwe. Em bi şînber vê dibînin: Polîtîkaya hikumeta AKP’ê bira bi destê bira dixe û tune dike.”
‘Divê tu kurd kalekol û cerdevanan ne pejirînin’
Endama Meclisa Jinên BDP’ê ya Farqînê Hulya Biçen jî destnîşan kir ku her dem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her dem pêvajoya çareseriyê dirê jike, lê hikumet tu bersiv û gavên berbi çav navêje û wiha berdewam kir: “Nihal i gel ku pêvajoya çareseriyê berdewam dike jî lê cardin dewlet li çiyayên Kurdistanê kalakolan çêdike. Em weke jinên kurd tucarî vê rewşê na pejirînin. Emê li hemberî kalekolan rawestin û tekoşîna xwe berdewam bikin. Divê tu kur ne kalekolan ne jî cerdevanan ne pejirînin.”
‘Emê desturê nedin ku xweza û çiyayên me bên qetilkirin’
Hulya bilêv kir ku dê weke jinên kurd li hemberî çêkirina kalekolan rawestin û pêde çu: “Bê xwestin emê çadiran vedin û têde razin. Bê xwestin emê bi rojan li ser vê erêdê rakevin. Lê emê desturê nedin ku xweza û daristanên me bên qetilkirin. Ji aliyê Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ve pêvajoya çareseriyê hatiye despêkirin. Dewletê hinek hêzên vê pêvajoyê sabûte bikin derxistine.”
Di dawiyê de Hulya derbirî kul i gel van hemû kirinan jî hikumet niha qadroyên nû yên cerdevan jî amade dike.
(zt)

