Selahattin bi malbatan re hevdîtin kir
13:32
JINHA
AMED - Komeke malbatan ên ku ji bo zarokên xwe yên tevlî PKK'ê bûn bi Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin kirin û diyar kirin ku di hevdîtinê de dê Selahattîn têkildarî zarokên wan bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinê bike.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli bi malbatên îdîa dikin ku zarokên wan PKK'ê birin re li avahiya şaredariyê hevdîtin kirin. Hevdîtin bi du koman re kir. Piştî hevdîtinê li ser navê koma yekemîn Flîz Eren ji çapemeniyê re axivî. Fîlîz Eren, diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bû û Selahattîn têkildarî zarokên wan ên tevlî PKK'ê bûn dê bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinê bike. Fîlîz anî ziman ku di hevdîtinê de Selahattîn destnîşan kir ku ew dê alîkariya wan bike.
Fîlîz wiha bang li Serokwezîr Erdogan jî kir: "Tenê kurd na polîs û leşker jî dimirin. Demildest rûnin vê pirsgirêkê çareser bikin."
Piştî hevdîtinê malbat ji avahiya şaredariyê veqetiyan. Hate zanîn ku hevdîtina duyemîn hêj berdewam dike. Malbat dê çalakiya xwe bidawî bikin an na dê piştî hevdîtinan zelal bibe.
(zt)
