RJAK: Divê di derbarê dayîk û bavê Dunya de jî lêpirsîn bê destpêkirin
13:48
JINHA
SILÊMANÎ - Qetilkirina Dunya ya15 salî, ku di temenekî biçûk de 2 caran hat zewicandin û ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin, ji aliyê RJAK'ê ve li Silêmanî bi meşekê hat şermezarkirin. Di dawiya meşê de daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de Şehen Mûhamed Hesen got: “, "Divê kujerê Dunya di zûtirîn demê de bê dadgehkirin û cezayê herî giran lê bê birîn. Yên ku di temenê 15 salî de Dunya zewicandine divê werin dadgehkirin. Pêwîste der heqê dayîk û bavê Dunya de jî lêpirsîn bê destpêkirin."
Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) bi armanca şermezarkirina qetilkirina Dunya ya 15 salî, ku di temenê zarokatiyê de 2 caran hat zewicandin û ji aliyê hevserê xwe bi îşkenceyê hat qetilkirin, li ber nûnertiya parlamentê ya li Silêmanî meşek lidar xist. Di meşa îro de dirûşmên qetilkirina jinan hat şermezarkirin û dirûşmên "Jin jiyan e jiyanê nekujin", "Jin jiyan azadî", "Çima parlament li hemberî kuştina jinan bêdeng e, bêdeng nemîne" hatin qîrîn.
Piştî meşê, daxuyaniyek hat dayîna çapemeniyê. Endama RJAK'ê Şehen Mûhamed Hesen daxuyanî xwend û bang li hikûmet û parlamentê kir ku li hemberî kuştina jinan bêdeng nemîne û ji kujeran hesab bê pirsîn.
‘Divê di derbarê dayîk û bavê Dunya de jî lêpirsîn bê destpêkirin’
Şehen gotin, "Divê kujerê Dunya di zûtirîn demê de bê dadgehkirin û cezayê herî giran lê bê birîn. Yên ku di temenê 15 salî de Dunya zewicandine divê werin dadgehkirin. Pêwîste der heqê dayîk û bavê Dunya de jî lêpirsîn bê destpêkirin."
Şehen wiha ji hikûmeta herêmê xwest ku li dijî zewicandina bi zêdeyî jinekê re qanûn bê derxistin û zewicandina di temenê biçûk de bê qedexekirin û wiha domand: “Dunya ya 15 salî, hînê di temenê zarokatiyê de 2 caran hatibû zewicandin. Carekê weke berdêl hatibû dayîn, cara duyem jî bi zilamekî temenê wî 45 salî, ku bavê şeş zarokan bû hat zewicandin. Li gorî agahiyan Dunya 15 salî bi qasî 9 mehan rastî lêdan û îşkenceya hevserê xwe hat û herî dawî jî di 23'ê Gulana 2014'an de li bajarokê Kelekçî ya ser bi navçeya Şêxanê mirî hatibû dîtin.”
Piştî daxuyaniyê girseya gel bi duruşman belav bûn.
(et/zt)

