Li Edeneyê Meclisa Dayîkên Aştiyê hat vekirin
17:22
JINHA
EDENE- Li Edeneyê Meclisa Dayîkên Aştiyê hat îlankirin. Di civîna îlankirina Meclisa Dayîkên Aştiyê de aktîvîsta DOKH’ê Hatîce Yaman axivî û diyar kri ku dê ew meclis ne tenê ji bo dayîkên kurdbe dê ji bo hemû dayîkên ku pirsgirêka wan bi dewletê re heyîbe.
Li Edeneyê Meclisa Dayîkên Aştiyê bi civînekê hat vekirin. Civîn li avahiya navçeya BDP’ê ya Seyhanê ya Edeneyê pêkhat. Civînê bi despêkirina deqeyek rêzgiritina ser giyanê kesên k udi tekoşîna azadyê de jiyana xwe ji dest dane despêkir. Di civîna îlankirina Meclisa Dayîkên Aştiyê de aktîvîsta DOKH’ê Hatîce Yaman axivî. Hatîce da zanîn ku ewê desturê nedin ku hikumet li ser dayîkan bi rêve bibin.
‘Despêkê faîlên zarokên me bibînin’
Hatîce balkişan ser gotinên Serokwezîr yên girêdayî malbatên kul i ber Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê kon vedane û wiha got: “Bi salane zarokên me qetil dikin. Faîlên tu ji wan di holê de nîne. Niha jî ser dayîkan siyasetê bi rêve dibin. Her dem nirxên mirovan tune di hesibînin, tenê berjewendiyên xwe yên siyasî difikirin. Bila ji van rêbazên xweyên siyasî vegerin.” Hatîce anî ziman ku yên pirsgirêka wan bi dewletê re hene tevlî PKK’ê dibin wêdemê ji bo zarok vegerin divê dewlet gavan bavêjin û wiha domand: “Weke jin bi salan em hesreta dîtina zarokên xwe dijîn. Niha jî hinek radibin li gora berjewendiyên xwe li ger me di axivin. Emê tucarî desturê nedin van kirin û gotinan. Heger hun ewqasî aştîxazin fermo werin ser maseyê aştiyê.” Hatîce bilind bûna rêjeya tacîz û tecawîzê li Tirkiyê jî bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Di heman demê de Meclisa Dayîkên aştiyê dê bibe meclisa jinên şidetê dibînin jî.”
‘Armanca me komkirina hemû dayîkan dibin banê vê meclisê deye’
Hatîce da zanîn ku kampanyeya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bi hemû hêza xwe berdewam dike û wiha pêde çu: “Ji bo beşdarbûna kampanyeye bi navê ‘Jin ji bo azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyandenin’ bibin divê bi saziyên jinan yên nava Edeneyê re din ava peyîwendiyan debin û bi hev re çalakiyan li dar bixin. Armanca îlankirina me ya Meclisa Dayîkên Aştiyê ji bo jinên nava taxan yên ji hembû netewan beşdar bibin. Di nava meclisê de dayîk bixebitin. Ji bo hemû awayê şideta ser jinan tekoşînê bilind bikin û malbatên k udi nava wan de nexweşî hene li hev bînin. Hebûna dayînkan din ava meclisê de di her aliyî de dê ji bo civakê bibin hêza çareseriyê.”
(zt)

