Mala Dîlberên Mezin ji bo kal û pîran bûye navenda jiyanê

08:42

JINHA


AMED – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ji kal Pîrên  rojê xwe yên dawiyê jiyan dikin re bibin alîkar navenda Mala Dîlberên Mezin li Sûmerpark ê vekirine. Xebatkara navenda Mala Dîlberên Mezin  Ronîda Perwane got: “ Ev 3 mehin  me dest bi xebatê xwe yên ji bo alîkariya kal û pîran kiriye. Em heta niha li gelek tax û  kolanên Amedê geriyane. Me gelek kal û Pîr ên ku  rewşa wan nebaş dîtin. Ez bi hêvî me ku her kesê karibe bibe alîkar destê xwe dirêjî meke ji bo ku em li kal û Pîrên xwe xwedî derkevin. ”


Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku kal Pîrên mezin û bi tenê mane re bibin alîkar li Herêma Jiyana Hevberş ya Sumerpark ê Mala Dîlberên Mezin vekirine. Di bin banê Serokatiya Gerîngeha Xizmetên Civakî de Yekeya Kal û Piran damezrandiye. Di sala 2013’an de Mala Dîlberên Mezinhatiye vekirin û ji wê demê de dest bi xebatên xwe yên ji bo xizmeta kal û pîran dikin. Armanca wan ya yekane ew e ku tevahiya jin û mêrên ku temenê wan ji 55’an zêdetiri e  û tenê mane bi civakê re têkildar bihêlin.  Ji bo vê armancê navenda Mala Dîlberên Mezin ava kir.


‘Li kal û Pîrên xwe xwedî derkevin’


 Xebatkara navenda Mala Dîlberên Mezin  Ronîda Perwane anî ziman ku tenêbûn û ne rehetiya fîzikî di temenekî mezin de rewşek dijwar e û wiha got: “ Ji 3 mehan de me dest bi xebatê xwe ji bo alîkariya jin û mêrên temen mezin kiriye. Em heta niha li gelek tax û  kolanên Amedê geriyane. Me gelek kal û Pîr ên ku  rewşa wan dijwar e me dît. Em xizmetê ji bo  tenduristiyê dikin û ji bo  çûna wan ya nexweşxanê re jî  bibin alîkar . ji bo hinek Kal û Pîran em karê paqijkirna malê jî dikin. Ez bi hêvî me ku her kesê karibe bibe alîkar destê xwe bi destê me de da ku em li kal û Pîrên xwe xwedî derkevin. ”


‘Tênêtî di temenekî mezin de dijwar e’


Jin a 80’ê salî ya bi navê Gulê Vûran ev e 30 sal ji gundê xwe koç bûye. Diyar kir ku tenêtî diş vî temenî de dijwar e û wiha pêde çû: “ hevjînê min  berî 25 salan jiyana xwe ji dest da. Heya niha min 4 zarokên xwe jî  wenda kir. rewşa zarokên min ya aborî jî ne baş e. Kesek li min naner e.  Cîranên min  carna ji min re xwarinê tînin. Kes ji zarokên min serdana min nakin. Ev e 25 sal ez bi tenê dijîm.”


‘Destpêka temenê min zilma dewletê ana jî tenêtî’


Jina 66 salî Dîlber Yakar  ya ku gelek pirsgirêkên wê yên tenduristî hene û nikare ji mala xwe derkeve ji ber ku ew di qatê 8’emîn  de  dijî. Dîlber di pirsgirêkên xwe de axifî  û akîkariya Mala Dîlberên mezin xwest û wiha pêde cû: “ ji sala 1993’yan gundê me ji aliyê dewletê ve  hat şewitandin. Em hatin Amedê û em li vir bi cî bûn. Zarokên min ji min veqetiyan ez  ana bi tenê mi. Ji ber ku nexweşiya dil bi min re heye ez nikarim ji mala xwe derkevim bê alîkarî. Di dem sala Zivistanê de xaniyê min dilopa dike. Kesk tune ji min re alîkar be. Dîsa jî heger hewce be ez biçim dîtina bijişkan keskî min tune min bive.min di destpêka tenê xwe de zora koçberiyê kişand ev yek ji zilama dewletê bû para me. Ana ez zor û zehmetiya tenêbûnê dikşînim. ”   


(şh/pk)