'Qetilkirina Elewiyan cînayetên bi destê dewletê tên kirinin'

08:46

JINHA


AMED – Ugur Kurt di baxçeyê Cemeviya Okmeydanê de bi guleya polîsan hat qetilkirin. Girêdayî qetilkirina wî Hevseroka Şaxa PSAKD ya Amedê Nurşen Akbal got: “Piraniya mirovên di berxwedana Parka Geziyê û paşê bi guleyên polîsan hatine qetilkirin elewîne. Ev rewşeke tesaduf nîne. Ev cînayet bi awayekî sîstematîk bi destê dewletê tên kirin.”


Di tevahî dîroka Tirkiyê de bi şêweyên cuda elewî rastî qetilkirinên mezin hatine. Di qirkirinên weke Serhildana Koçgiriyê, Dêrsim, Gurgum, Çorum, Sêwas û bûyera Geziyê yek ji mînakên tunekirin û qirkirinê yê herî dawiyê jî Ugur Kurte. Di 22’ê Gulanê salvegera qetilkirina Berkîn Elvan de di bexçeyê Cemeviya Okmeydanê de bi guleya polîsan Ugur Kurt hat qetilkirin. Ugur ji serê xwe gule xwaribû û di dema nexweşxanê de jiyana xwe ji dest da. Girêdayî qirkirinên Elewiyan di dîroka tirkiyê de Hevseroka Şaxa PSAKD ya Amedê Nurşen Akbal axivî. Nurşen da zanîn ku ev qetilkirinane hemû bi destê hikumetê tên kirin.


‘Ev qetilkirinane ne tesadufin’


Nurşan destnîşan kir ku bi qetilkirina Ugur re jig elek komên civakî û elewiyan bertekên cuda hetin û wiha got: “Piraniya mirovên di berxwedana Parka Geziyê û paşê bi guleyên polîsan hatine qetilkirin elewîne. Ev rewşeke tesaduf nîne. Ev cînayet bi awayekî sîstematîk bi destê dewletê tên kirin.”


‘Polîtîkaya tunekirina elewiyan ji demên berê heta niha berdewame’


Nurşen anî ziman ku ji dema berê heta niha polîtîkaya tunekirinê ser elewiyan berdewame û wiha domand: “Di dîroka Komara Tirkiyê de gelek qirkirinên weke Serhildana Koçgiriyê, Dêrsim, Gurgum, Çorum, Sêwas û bûyera Geziyê qirkirinên elewiyan berdewam dikin.” Nurşen derbirî ku berdewam kirina vê polîtîkayê di dawiyê de bi sedema qetilkirina Ugur Kurt li baxçê Cemeviya Okmeydanê.


‘Werin canîno em bibin yek’


Nurşen bilêvkir ku bi qetilkirina Ugur Kurt re lig elek bajarên weke Enqere, Îzmîr, Hatay, Entalya, Edene, Amed, Dêrsim, Eskîşehîr, Kayserî, Gurum û Tokatê meşên girseyî pêkhatin û wiha berdewam kir: “Ev meş giringbûn lê nebesin. Gotinek ya Hacî Vektaşê Velî wihaye: ‘Werin cano em bibin yek.’ Ev gotin niha jî wateya xwe diparêze û ji bo îro jî giringe. Divê em hemû dibin banekê de bicivin û bi hev re bertekên xwe bînin ziman.”


‘Ev qirkirin hemû berdewama qirkirina Roboskîne’


Nurşen qirkirinên dema dawî weke berdewama qirkirina Roboskî dît û wiha anî ziman: “Ji dema ku AKP hatî ser deshilatiyê heta niha qirkirin zêdebûne. Yek ji van qirkirinan jî Roboskiye. Heger faîlên qirkirina Roboskî hatibana cezakirin, îro jî evqas qirkirin zêde nedibûn. Leşker û polîsan evqasî hêsan welatî qetilnedikirin. Hişmendiya qatîlan wihaye: ‘Ez mirovan jî qetilbikim nayêm cezakirin.’ Wê demê weke ku dixwazim dikarim tevbigerim.”


‘Hikumeta AKP’ê ne alîgirê aştiyêye’


Nurşen diyar kir ku hikumeta AKP’ê ne alîgirê aştiyê ye, hîna kalekolan çêdike. Nurşan balkişan des gotina Serokwezîr ya kalekolan ji bo parastinê çêdikin û wiha pêde çu: “Heger van kalekolan bi armanca parastinê çêdikin, çim ali Rîze, Mugla û Îzmîrê çênakin? Çima tenê li cihên ku kurd û elewî lê zêde kalekol û qereqolan çêdikin?”


Nurşen bang li hemû gelên tên perçiqandin kir û wiha got: “Werin em li hemberî zilmê bi hev re tevbigerin. Tenê emê bi wî awayî bikarin li hemberî bê mafiyê bi serkevin.”


 (zt)