Jinek din jî hat şewitandin
09:49
JINHA
HEWLÊR - Li bajarê Hewlêrê jina bi navê Ş.A.E ye 16 salî xwe şewitand û di encama şewatê de jiyaan ji dest dide.
Li taxa Goran a bajarê Hewlêrê Ş.A.E ya 16 salî agir berdaye xwe û ji ber piraniya laşê wê şewitiye jiyana xwe ji dest da. Ş.A.E di sala 1998`an li Hewlêrê ji dayîk bûye. Di temenekî biçuk de zewiciye. Ji ber hinek pirsgirêkên malbatî xwe şewitand, dema ku agir berda xwe di heman demê de agir bi mala wê jî ket û beşek mezin ji mala wê jî şewitî. Di dema şewatê de demildest ji aliyê tîmên agirkujînê ve agir hatiye vemirandin. Lê mixabin Ş.A.E jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê wê rakirin nexweşxaneya Hewlêrê û lêkolîna ser bûyerê berdewam dike.
(zt)
